​​​​​​​Şêniyên Cizîrê: Heta ku azadiya fîzîkî ya rêberê me pêk were em dê li qadan bin

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û welatiyên Hesekê teqezî bi berdewamkirina berxwedanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

​​​​​​​Şêniyên Cizîrê: Heta ku azadiya fîzîkî ya rêberê me pêk were em dê li qadan bin
8 kanûn, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji nava bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Mexso got: “Divê em siyaset û sûcên dagirkeran eşkere bikin. Ji bo ku cîhan û nifên bê asta hovîtiya wê binasin.”

Mexso bang li rewşenbîran kir ku li gorî rêgeza fikirî, niştimanî ya azad bin û xwedî li tecrubeya demokratîk derkevin ku li ser bingeha fikr û feslefeya rêber Abdullah Ocalan ava bûye û wiha domand: “Êriş li dijî hebûna hemû pêkhateyan e çi kurd an jî suyran an jî ereb.”

Endama yekitiyê Hesîne Ehmed jî got: “Tirkiyê teqîna li Stenbolê bi kar anî û bi senaryoyeke nerast êrişî herêmê kir.”

Endamê yekitiyê, Ebid El Barî Ehmê destnîşan kir ku zihniyeta faşîst bingeha siyaseta Tirkiyê ye ku ji pêşiyên xwe yên osmanî wergertiye.

Di dawiyê de Ehmê got: “Em dev ji destkeftî û serkeftinên xwe ber nadin ku bi me saya şehîdên xwe bi dest xistine.”

Endama yekitiyê Erîfe Bekir jî got: “Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe armanc dike ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Erîfe têkoşîn û berxwedana gelê herêmê li hember dagirkeran silav kir û wiha domand: “Em bi têkoşîna gelê xwe yê berxwedêr serbilind in ku li hember siyastên qirkirinê serî natewîne. Em dê piştgiriya vê berxwedanê bikin heta ku serkeftin pêk were.”

Welatiyê bi navê Remadan Mehmûd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Gunehê zarokan çi ye ku bibin qurbana van êrişên hovane?”

Mehmûd îşaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê kir û got:”Heta niha hêzên navneteweyî tu helwesteke cidî nîşan nedaye. Ev îsbat dike ku ew şirîkên van sûcan in.”

Welatiya bi navê Fatme Hesen jî hedefgirtina navendên xizmetguzariyê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a êrişker, sûcan li dijî gelên herêmê pêk tîne, navendên tenduristiyê, zeviyên petrolê û navendên xizmetguzariyê wek avê, kehrebe û gazê dike hedef. Lê ev bandor li berxwedana me nake ku dê her tim bilind be.”

Dewleta Tirk a dagirker di 23`yê Mijdarê de stasyona Siwêdiyê ya başûrê navçeya Dêrikê ya kantona Hesekê topbaran kir û di encamê de kargeh rawestiya. Her wiha zeviyên petrolê jî topbaran kirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Tila destnîşan kir ku ew bi QSD`ê re ne û dagirkeriyê bi carekê red dikin.

TECRÎD

Welatiya bi navê Sebah Ehmed jî bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dermirovî yên li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tên şermezar kir û got: “Em bi tundî bêdengiya hêzên navneteweyî li hember tecrîdê şermezar dikin. Tu qanûn li dinê vê qebûl nake.”

Sebah destnîşan kir ku Tirkiyê hesab ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan re dike ku avakirina civakeke azad û neteweyeke demokratîk armanc dike.

Dayîka Yazî Zafî jî wiha anî ziman: “Em dê li qadan bin û dê rêya rêberê xwe berdewam bikin ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bê. Em dev ji ax û welatê xwe bernadin.”

Dayîka Hediye Mihemed wiha axivî: “Rêber Ocalan mafê tu kesî binpê nekiriye. Çima vê tecrîdê û van cezayan lê dibirin û nahêlin hevdîtinê bi malbat û parêzeran re pêk bîne?”

Dayîka Hediye wiha di dawiyê de got: “Em wisa bêdeng namînin. Kesek nikare li hember îradeya me bisekine ku fikr û feslefeya rêber Ocalan bingeha wê ye. Em dê li qadan bin û heta azadiya fîzîkî ya rêber me pêk were dê li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA