​​​​​​​Hediye Ebdullah: Rêwîtiya dayîkeke şoreşger li ser rêya şehadetê

Şehîd Hediye Ebdullah dayîkeke mînak û şoreşger bû ku bi fedakariyê dihat naskirin, roja komkujiya Dêrikê ji zarokên xwe re got: “Hûn zarokên min in, lê yên di bin topbaranê de jî zarokên min in, divê ez alîkariya wan bikim û wan xilas bikim.”

​​​​​​​Hediye Ebdullah: Rêwîtiya dayîkeke şoreşger li ser rêya şehadetê
7 kanûn, 2022   23:42
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Gelek aliyan hewl da şoreşa 19`ê Tîrmehê têk bibe ku jinan û dayîkan pêşengiya wê kir û di oxira wê de tiştên herî biha feda kirin û bûn jêdera îlhamê heta ku şoreş bi Şoreşa Jinan hat naskirin.

Yek ji wan hewldanan, komkujiya gundê Teqil Beqil ê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo ye ku dewleta Trik di 19`ê Mijdarê de pêk anî û di encamê de 11 welatî ji navçeyê şehîd bûn di nav de nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah hebû û 6 kesên din birîndar bûn.

DÎROKEKE DEMDIRÊJ A TÊKOŞÎNÊ

Welatiyên di komkujiyê de şehîd bûne xwedî dîrokeke demdirêj a têkoşînê ne. Di nav de dayîka Hediye Ebdullah Ehmed (48) e.

Hediye Ebdullah Ehmed li Qamişlo di 20`ê Gulana 1974`an de ji dayîk bûye.

Malbata wê ji Qamişlo bar kir û li navçeya Dêrikê bi cih bûn. Li wir heta refa sê ya seratayî xwend. Paşê ji ber şert û mercên jiyanê yên nebaş, malbata wê ber bi Şamê ve koçber bû.

Hediye Ebdullah ji ber urf û adetên wê demê xwendina xwe temam nekir û sala 1987`an zewicî û 6 zarokên wê çêbûn; 3 keç û 3 kur.

Hediye ya ku bi navê Diya Hogir tê naskirin, bi rêya hevjînê xwe Zehredîn Xelîl di salên 90`î de tevgera azadiya Kurdistanê nas kir. Li taxa Zorava karê eniyê meşand û bû endamê meclisa taxê.

Piştî destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hediye vegeriya Qamişlo û tev li şoreşê bû.

Hediye sala 2014`an cihê xwe di nav Kongra Star de girt. Bi dildarî tev li hemleyên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê bû. Mîna hemleya Şedadê, “Mirovî û Ewlehiyê” ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPJ û YPJ) di 28`ê Adara 2021`an de ragihandin.

ZAROKÊN XWE LI SER WELATPARÊZIYÊ MEZIN KIRIN

Zehredîn Xelîl hevjînê Hediye Ebdullah wiha axivî: “Ew şehîda Kurdistanê ye. Henûn, dilnerm, dilovan, ji xêrê hez dikir û her kesî jê hez dikir.”

Hediye, hevsengiyek di navbera malê û karê xwe yê derve de çêkiribû. Ji bo doza gelê xwe tê koşiya, pirsgirêkên xelkê guhdar kir û rolek di çareserkirina wê de lîst. Bi mereqeke mezin zarokên xwe li ser welatparêziyê mezin kirin.

Di refên pêşîn ên xwepêşandanên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de cih girt. Li ser pêşniyara wê Hêzên Parastina Civakî (HPC-Jin) bi koordîneya Kongra Star çalakiya konvedanê bi dirûşma “Kanî dadmendî û wijdanê we?” li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişlo di 13`ê Tebaxê de hate vedan û heta 14`ê Îlonê berdewam kir.

Lorîn Zehredîn Xelîl wiha besha dayîka xwe kir: “Wê em li ser welatparêziyê mezin kir, çawa mirov durist bin û doza xwe biparêzin.”

Lorîn wiha domand: “Ne tenê dayîk bû, lê belê dost, xwişk û mamoste bû. Ji bo min mînak bû û ez pê serbilind im. Hin caran pê re derdiketim ji bo karê xwe bike, min hêvî dikir ku di pêşerojê de mîna wê bim. Her tim digot, destê xwe deyne ser wijdanê xwe û li ser vê esasê erka xwe bîne cih.”

Lorîn bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û helwesta hêzên navneteweyî “bi şermok” wesifand û got: “Me çi guneh kiriye heta em ji dayîka xwe mehrûm bibin. Komkujî li dijî me tên kirin û ji axa xwe em koçber dibin.”

XWEPARASTIN

Şîrîn Ferho ku ji komkujiya Dêrikê xilas bûye, di destpêka şoreşê de sala 2013`an şehîd Hediye nas dike û bi hev re karê birêxistinkirina civakê û parastina jinan pêk tînin. Şîrîn wiha got: “LI mala wê 20 jin kom bûn û ji wan re têgîn û pêwîstiya xweparastinê ji bo jinan şîrove dikir.”

Şîrîn wiha domand: “Xwedî giyanekî fedaî bû. Bi fikrên tevgera azadiya Kurdistanê û hevalên wê yên têkoşînê ve girêdayî bû. Doza rizgarkirina jinan di nava xebatên wê yên pêşîn de bû.”

Şîrîn destnîşan kir ku şehîd Hediye heta kêliya şehîd bûye, bi doza xwe û azadiyê ve girêdayî bû û got: “Ew dê di bîra me de her tim zindî be. Ew hevala me ya têkoşîna 10 salan e. Ez hevaltiya wê ji bîr nakim.”

Şehîd Hediye berê ji ajansa me re axivî bû û soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna armanca li bendemayî dabû. Wê tu carî çalakiya konvedanê bernedabû û ji ajansa me re wiha axivîbû: “Dê çalakiyên me ranewestin. Heke ev çalakî bi dawî bibe, em dê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku armancên şehîdên xwe pêk bînin.”

Roja komkujiya Dêrikê saet di 00:30`an de şeva 19`ê Mijdarê şehîd Hediye li ser dengê teqîneke mezin li gundê Teqil Beqil ji xew şiyar bû. Zehredîn Xelîl hevoka ku wê demê hevjîna wî ji zarokên xwe re gotiye bibîr xist: “Hûn zarokên min in lê yên di bin topbaranê de jî zarokên min in, divê alîkariya wan bikim û birîndaran xilas bikim.”

Zehredîn Xelîl wiha pê de çû: “Ez û Hediye tevî çend welatiyan çûn cihê topbaranê ji bo ku birîndaran xilas bikin. Lê dema me hewl dida ji wir biçin, dewleta Tirk careke din heman cih topbaran kir û di encamê de Hediye şehîd bû.”

Xelîl bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û tevî keça xwe Lorîn soza berdewamkirina şopa şehîd Hediye û hemû şehîdên azadiyê da.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê di 21`ê Mijdarê de cenazeyên 11 şehîdên komkujiya Dêrikê li goristana şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

(şx)

ANHA