​​​​​​​Li Girkê Legê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Girkê Legê bi tevlêbûna ciwanên navçeyên Çilaxa û Tirbespiyê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan meşeke bi maşeleyan li dar xist.

​​​​​​​Li Girkê Legê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
7 kanûn, 2022   18:47
QAMIŞLO

Xwepêşandêr li qada şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê kom bûn û pankartên “Gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye” û “Bê serok jiyan nabe” hildan û ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ve meşiyan.

Li wir, endamê Meclisa Ciwanan a navçeya Çilaxa Mîlad El Akûb destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan gelên azad ên ku xwe dispêrin fikrê rêber Ocalan lewaz bike.

El Akûb wiha domand: “Her çiqas dewleta Tirk a dagirker hewl bide me lewaz bike û ji rêberê me dûr bixe jî, lê em dê her ji bo civakeke azad tê bikoşin. Em piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re jî teqez dikin, ew pêşeroj û rûmeta Kurdistanê û hemû kurdan e ku ji bo Kurdistanê tê dikoşe.”

Di dawiya axaftina xwe de El Akûb got: “Em soza şopandina rêya azadiyê û fikrê rêber Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî didin, her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re ya li hember hemû cûreyên êriş û siyasetan teqez dikin.”

Meş bi siloganên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(mh)

ANHA