​​​​​​​MSDʹê komcivînek li Reqayê li dar xist

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandorên wê û rêbazên rêgirtina li ber van êrişan, di komcivînekê de hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​MSDʹê komcivînek li Reqayê li dar xist
6 kanûn, 2022   15:34
REQA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandorên wê û rêbazên rêgirtina li ber êrişan komcivînek li Reqayê li dar xist. Endamên MSD, şêx û rûspiyên Reqa, endamên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jinan û rewşenbîr, di komcivînê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê endamê têkiliyên giştî yên MSD’ê Jiyan Mela Elî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker, girîngiya bersivandina wan, her wiha girîngiya naskirina rewşa siyasî ji bo avakirina pergaleke demokratîk.

Piştre, endamê Desteya Seroketiyê ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî rewşa siyasî ya herêmê nirxandin û got: “Tirkiyê ji destpêka projeya xwe ya li herêmê ve planan ji bo destwerdana li Sûriyê datîne, da ku şaştiya xwe ya di Iraqê de dubare neke, ji ber wê tirk dibêjin ku di destwerdana li Iraqê de şaştî kirine lê niha ew ji bo destwerdana li Sûriyê planan datînin.”

Elî destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve Tirkiyê destek da Îxwan El Muslimîn û hewl dan rewşê bixin bin kontrola xwe, komên tundraw sînorê Tirkiyê kontrol kirin û piştre Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe deriyên sînor vekirin.

Beşdaran jî der barê rewşa siyasî de nêrînên xwe parve kirin.

Lêkolerê dîroka siyasî û şûnwaran Mihemed El Izo got: "Şerê ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne ne şerek tirkî, lê belê şerekî toranî ye, dema Ataturk hat hemû neteweyên li Tirkiyê kirin yek netewe an ku Tirk. Niha Tirkiyê bi hevkariya dewletên mezin li gorî berjwendiyên xwe temenê aloziya Sûriyê dirêj bike."

Serokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebdurehman El Elî got: “Divê em xwe ji hundir ve xurt bikin û noqteyên girîng nas bikin da ku li hember zehmetiyan bisekinin.”

Di dawiyê de endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî bersivên pirsên beşdaran da.

(mh)

ANHA