Eşîrên Ereb û Kurd: Em bi QSD`ê re ne

Rûspiyên Ereb û Kurd, nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got ew piştgiriya hêzên leşkerî dikin û gelê herêmê xwedî li QSD`ê derdikeve ku rêya yekane ya têkbirina êrişên li ser herêmê ye.

Eşîrên Ereb û Kurd: Em bi QSD`ê re ne
6 kanûn, 2022   13:01
HESEKÊ

Meclisa Rûspiyan a Kantona Hesekê li pêşiya avahiya meclisa kantonê, çalakiya konvedanê li dar xist. Bi beşdariya 28 rûspiyên eşîrên Tay, Şimer, Cebûr, Igêdat, Sade Begare, Şerabîn, Miamre, Sade El Bû Selame, Sade El Neîm, Welde, El Dilîm, El Ubêd, El Cihîş, El Xewatne, Mişahde, Benî Seba, Herib, Idwan, Cîs, Rebîa, Benû Hilal û Zubeyd û eşîrên kurd, nûnerên pêkahteyên; êzidî, suryan, asûr, ermen, şîşan daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Rûspiyê eşîra Şerabîn Mihemed Fehid El Ubêd dauxyanî xwend.

Di dauxyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan hat kirin û hat gotin: “Delweta Tirk gef li herêmê dixwe ku di aliyê bejahî de êriş bike û herêmên din ên Sûriyê dagir bike, ruxmî ku lihevkirinên agirbestê bi navbeynkariya Rûsya û Amerîkayê ji 2019`an ve hene.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze DAIŞ`ê vejîne û herêmên di bin kontrola xwe de li Sûriyê ava bike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên li dijî herêmê, dibistan, nexweşxane û navendên xizmetguzariyê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku helwesteke cidîtir nîşan bidin ku rê li pêşiya destdirêjiya Tirkiyê bigirin, çareseriyeke siyasî ya giştî peyda bikin ku rijandina xwîna sûriyan radiwestîne û wan ji vê aloziyê derdixe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Rêveberiya Xweser hat kirin ku ji bo dema bê, hemû tedbîrên pêwîst bigire ji bo pêdiviyên berxwedanê ji gel re peyda bike.

(şx)

ANHA