Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike

​​​​​​​Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dike, tê payîn îro ji bo 3 rojan greva giştî were ragihandin û xwepêşandanên berfireh werin lidarxistin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike
5 kanûn, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, bê navber dewam dike. Duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyan dewam kirin, li Mehabad carek din ciwanan li kolanan agir pêxistin û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li bajarê Sine xwendevan û mamoste li dijî binçavkirina mamoste û xwendevanan, çalakiyek li dar xistin. Li bajarê Qirweş cenazeyê xwepêşanderek ê bi navê Ruhula Abidîn ku li Tahranê jiyana xwe ji dest da bû, di bin dorpêça hêzên Îranê de spartin axê. Tê payîn îro li Sine merasîma çileya Mihemed Şerîet ku di xwepêşandana li Sineyê de jiyana xwe ji dest dabû, were lidarxistin.

Li Îlamê greva malbatên xizmên wan hatine binçavkirin ya li ber derê Dadgeha bajêr dewam dike. Piştî banga çalakvanên siyasî ya ji bo grev û nerazîbûnên giştî, li Urmiye, Mehabad û Bokanê li nav bajêr hêz hatin belavkirin.

Çalakiyên li ser asta Îranê jî dewam dikin, greva şofêrên barhilgir hîn jî dewam dike. Li Tewrêz karmendên nexweşxaneya Sîna ya bajêr ketin grevê û di nava hola nexweşxaneyê de çalakiyek li dar xist. Li Kerec beşek ji xwendevanên jin çalakiyek lidarxistin û dijî desthilata Îranê dirûşme qêriyan. Bi heman awayî li Bender Ebas jî jinên xwendevan bi çalakiyên cûda li hemberî desthilata Îranê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li bajarê Şîraz jî şofêrên barhilgir greva xwe dewam dikin, li bajarê Sarî xwendevanên zanîngehê jî grev ragihandin û neçûn xwendinê.

Tê payîn îro ji bo 3 rojan greva giştî were ragihandin û xwepêşandanên berfireh werin lidarxistin.