​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan paşguhkirina CPT′yê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê dewama tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û paşguhkirina CPT′yê di pêkanîna erkên xwe de, şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan paşguhkirina CPT′yê şermezar kir
3 kanûn, 2022   12:32
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Endama rêveber a meclisê Xirme Elî Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Rêber Ocalan ji 24′ salan ve di girtîgeha Îmraliyê de di nava tecrîdeke giran de ye. Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin. Ew komplo di şexsê rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd û tevahî gelên herêmê bû.

Tecrîda li dijî Rêbertî hemû qanûnên mirovî, navneteweyî û pîvanên exlaqê bin pêk dikin.

Rêber Ocalan ji 24 salan ve di hucreya takakesî de aştiyê xêz dike û projeyek ji jiyana hevbeş a gelan amade kir. Lê ruxmî hemû kedên wî yên ji aştiyê, lê rejîma kapîtalîst hewl dide dengê wê bibire.

Em paşguhkirina CPT′yê li hember nepêkanîna erkên xwe li hember rêber Ocalan şermezar dikin. Her wiha bêdengiya rêxistinên mirovî û desteyên navneteweyî jî şermezar dikin. Em soz didin ku heta pêkanîna serkeftin û azadiyê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan bin."

CPT′yê ji komîteyên berpirsê rewşa rêber Ocalan e, lê ruxmî 23 sal derbas bûn û 9 caran serdana girtîgeha Îmraliyê kiriye, lê rola xwe pêk neaniye û hîna jî dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li dijî rêber Ocalan ferz dike.

(fr)

ANHA