Şêniyên Şedadê şehîd El Hemles spart axê

Şehîd Kesar Casim El Hemles bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Şedadê hat veşartin.

Şêniyên Şedadê şehîd El Hemles spart axê
3 kanûn, 2022   11:07
HESEKÊ

Şervanê QSDʹê Kesar Casim El Hemles 30ʹyê Mijdarê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Tirwaziyê yê Eyn Îsayê şehîd bûbû. Şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekê cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a navçeyê spart axê.

Merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê endama meclisê Îman El Ferec axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Îman El Ferec bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha axivî: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî rêxistina herî tundraw sekinîn û bi ser ketin, îro jî li hemberî dewleta Tirk a dagirker a ku bi balafiran êriş dike û komkujiyan pêk tîne, disekinin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Hogir El Mela jî axivî, soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina jiyaneke azad û birûmet da.

El Mela bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin QSDʹê û tev li refên wê bibin û got: "Sekna li hemberî dewleta Tirk a dagirker erka tevahî gelê herêmê ye."

Piştî axaftinan, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Elaa El Îbrahîm nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd Kesar El Hemles tevî dirûşm û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(bb)

ANHA