Şêniyên Dêrikê piştgirî da helwesta rêber Ocalan

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê piştgirî da helwesta rêber Abdullah Ocalan a redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re.

Şêniyên Dêrikê piştgirî da helwesta rêber Ocalan
3 kanûn, 2022   10:18
QAMIŞLO

Ji bo piştgiriya ji helwesta rêber Abdullah Ocalan re ya redkirina hevdîtina bi CPTʹyê re, şêniyên navçeya  Dêrikê ya kantona Qamişloyê meşek li dar xist.

Meşê li Qada Azadî dest pê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê geriya. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin û posterên wî hatin hildan.

Meş li qada sûka navendî rawestiya. Li vir ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz hat girtin. Piştre endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Wesfiye Mûrad bal kişand ser hevgirtina pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Biêxistinbûyîna me, hevgirtina me û yekitiya me nîşaneya îrade û israra me ya têkbirina hemû komployên dewleta Tirk û komploya li dijî rêber Ocalan e."

Wesfiye Mûrad diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî pêkhate; Kurd, Ereb û Suryan e. Her wiha piştgiriya xwe bi helwesta rêber Ocalan nîşan da û banga xwedîderketina li berxwedana rêber Ocalan heta mîsgeriya azadiya wî ya fîzîkî kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana rêber Ocalan" bi dawî bû.

(bb)

ANHA