Swêdê penaberekî Kurd radestî Tirkiyê kir

Penaberê Kurd Mahmût Tat ê li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû, radestî dewleta Tirk hate kirin. 

Swêdê penaberekî Kurd radestî Tirkiyê kir
3 kanûn, 2022   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, penaberê Kurd Mahmût Tat ku di sala 2015’an de li Dêrsimê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû, radestî dewleta Tirk hate kirin.

Tat ê di 22’yê mijdarê de li Swêdê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin, birin Molndalê. Tat ê li vir di bin çavan de dihate ragirtin di 2’yê kanûnê de anîn Tirkiyeyê. 

Tê payîn ku Tat ê li Miduriyeta Polîsan a li Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin, wê di nava rojê de sewqî edliyeyê bê kirin û bê girtin.