Berxwedan: Bernameyeke nû  ya operaysonên hevbeş ên li dijî DAIŞ hatiye amadekirin

Endamê Fermandariya Giştî ya QSDʹê Mehmûd Berxwedan ragihand ku wan bi koordîne û beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî bernameyeke nû ya operasyonên li dijî DAIŞʹê amade kirine û dê sibe destpê bike.

Berxwedan: Bernameyeke nû  ya operaysonên hevbeş ên li dijî DAIŞ hatiye amadekirin
2 kanûn, 2022   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Berxwdanê di hevpeyvînekê li gel AFPʹê de got: "Tirkiyê şervanên me yên ku rasterast bi Koalîsyona Navneteweyî re li kampa Holê kar dikirin û baregeha leşkerî ya hevbeş a li Hesekê kirin hedef. Di encamê de hejmarek şervanên me şehîd bûn."

Mehmûd Berxwedan diyar kir ku ji ber van êrişan neçar man ku operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞʹê çend rojan rawestînin û got: "Lê îro me bi koordîne û beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî dest bi amadekirina bernameyeke nû ya operasyonên li dijî DAIŞʹê kir ku dê sibe (Şemiyê) dest pê bike."

Hêjaye bibîrxistinê ye ku 22ʹyê Mijdara borî balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker baregeha hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî û YATʹê ya li bakurê bajarê Hesekê bombebaran kir. Di encamê de 2 şervanên YATʹê şehîd bûn û yek ji fermandar 3 jî birîndar bûn.

Her wiha dewleta Tirk êrişeke hewayî bire ser hêzên parastina kampa Holê ya bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞʹê tê de hene.

Hemwextî tevgera balafirên dewleta Tirk ên li ser kampê hejmarek malbatên çeteyên DAIŞʹê ji kampê reviyan, lê piştî demeke kurt ji aliyê QSDʹê ve hatin girtin.

Derdora girtîgehên çeteyên DAIŞʹê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin topbarankirin.

QSDʹê demek berê ragihandibû ku êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞʹê dike. Fermandarê Giştî yê QSDʹê daxuyandibû ku agahiyên îstîxbaratî li gel wan hene ku DAIŞʹê amadekariyên êrişan li ser kampê û girtîgehan dikin.

ANHA