Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
2 kanûn, 2022   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da, her wiha bi rêya serdozgeriyê serî li Girtîgeha Îmraliyê jî da.