​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çapemeniyê tu girîngî neda kuştina serçeteyê DAIŞ′ê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa kuştina serçeteyê DAIŞ′ê li başûrê Sûriyê, xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û krîza siyasî ya li Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çapemeniyê tu girîngî neda kuştina serçeteyê DAIŞ′ê
2 kanûn, 2022   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

′KUŞTINA EL HAŞIMÎ EL QUREŞÎ; TU KESÎ GIRÎNGÎ NEDA KUŞTINA SERÇETEYÊ DAIŞ′Ê′

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Çapemeniyê girîngî neda kuştina serçeteyê rêxistina DAIŞ’ê Ebû El Hesen El Haşimî El Qureşî û ne jî girîngî da erkdarkirina birayî wî li şûna wî. Berovajî wê dema serçeteyê berê El Bexdadî hate kuştin, li ser dezgehên çapemeniyê pir belav bûbû.

Çavdêran got ev yek ji ber rola DAIŞ′ê û serweriyê li ser paşxaneya derbeyên leşkerî yên di dirêjahiya salên borî de qels bûye.

Li şûna serçeteyê hatiye kuştin, birayê wî Ebû El Hisên hate erkdarkirin, ew her du birayên serçeteyê berê Ebû Bekir El Bexdadî ne ku beriya 3 salan di êrişeke Amerîkayê de hate kuştin."

′JI BO HÊDÎKIRINA XWEPÊŞANDANAN REÎSÎ ÇÛ KURDISTANÊ′

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî li gel tedbîrên ewlehiyê yên tund, bi hewldana vegerandina aramiyê li herêma ku xwepêşandan lê li dar ketine, serdana bajarê Sineyê kir ku navenda parêzgeha Kurdistanê ye.

Reîsî têkildarî avakirina projeya dayîna avê şêniyên Sineyê ewle kirin û got ew ê pirsgirêk û astengiyên li herêma Kurdan, bi taybet ên li bajarê Seqiz çareser bikin. Bi gihaştina Reîsî re, hejmareke mezin a hêzên ewlehiyê li kolanên bajêr belav bûbûn.

Girêdayî mijarê rojnameya Washington Post li ser zimanê 15 berpirsên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Ewropa û Rojhilata Navîn da zanîn ku rejîma Îranê di vê dawiyê de kedên xwe ji bo sûîqastkirin û hewlên revandina berpirsên hikumetê û rojnamegerên li tevahî cîhanê û DYA′yê zêde kirin."

′LI SÛDANÊ ŞÊWIR ÎMZEKIRINA LIHEVKIRINÊ NÊZ DIKIN′

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El Beyan jî wiha nivîsî: "Mekanîzmaya sêalî ya hevbeş ji dema avakirina wê ji nûnerê NY′yê Unitams, Yekitiya Afrîkayê û Rêxistina Igad, cara yekemîn bi awayekî yekser bi tevgerên çekdar re dicive, da ku li helwestên wan ên têkildarî krîza welat guhdar bikin.

Hêzên Azadî û Guhartinê derbasî civînan bûn da ku têbîniyên xwe li ser lihevkirinê ku dê di çend rojên bê de were îmzekirin, lêkolîn bikin. Berdevkê Meclisa Navendî ya Azadî û Guhartinê Cafer Hesen got di civînê de pêşdeçûnên xebata siyasî û hûrgiliyên wan hatin nîşankirin da ku lihevkirinê îmze bikin."

(fr)