​​​​​​​Ermenên Hesekê: Em amade ne bersiva her êrişan bidin

Ermenên li bajarê Hesekê diyar kirin ku ew amade ne bersiva çi êrişên li ser herêmê werin kirin, bidin.

​​​​​​​Ermenên Hesekê: Em amade ne bersiva her êrişan bidin
2 kanûn, 2022   07:18
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Ermenên li bajarê Hesekê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û diyar kirin ku ew ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin û bersiva êrişan bidin.

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya kantona Hesekê Aref Kasabian diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû pêkhateyên herêmê dike hedef û destnîşan kir ku ew li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe birêxistin dikin û amade bersiva çi êrişên li ser xaka wan werin kirin, bidin.

Aref Kasabian anî ziman ku di çarçoveya rewşa awarte de ya ku ji Tîrmeha borî ve li herêmê hatiye ragihandin, perwerdeyên li ser bikaranîna çekan û destwerdana lezgîn didomînin û got: "Hêzên me li eniyên şer in û amade ne gelên herêmê ji êrişan biparêzin."

Aref Kasabian bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêdengiya hêzên navneteweyî piştrast dike ku ev hêz êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina projeya demokratîk, biratiya gelan û jihevxistina pêkhateyên herêmê erê kirine."

Aref Kasabian di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdeng nemînin û got: "Li hemberî dagirkeran em ê hevgirtina xwe xurt bikin û asta berxwedanê bilind bikin."

Endamê Meclisa Civaka Ermenî Ara Khajikian jî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe hewl dide komkujiyên beriya 115 salan ku li dijî me pêk anîbû, dûbare bike da ku pêkhateyê Ermen bi taybet û yên din qir bike."

Ara Khajikian bang li tevahî gelan kir ku ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê piştgiriyê bidin hêzên leşkerî yên parastinê. Her wiha got: "Em gelê herêmê amade ne bersiva çi êrişên ji derve ve yên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmên me bidin."

(bb)

ANHA