Di salvegera komkujiya Til Rifetê de; bîlançoya topbarana Tirk li dijî koçberên Efrînê

Îro, salvegera 3’yemîn a komkujiya Til Rifetê ye ku tê de 10 sivîl ji wan 8 zarok şehîd bûn, di vê raporê de em bîlançoya 5 salan a komkujî û topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Kantona Şehbayê diyar dikin ku di encamê de 30 sivîl şehîd û 86 jî birîndar bûn

Di salvegera komkujiya Til Rifetê de; bîlançoya topbarana Tirk li dijî koçberên Efrînê
Di salvegera komkujiya Til Rifetê de; bîlançoya topbarana Tirk li dijî koçberên Efrînê
Di salvegera komkujiya Til Rifetê de; bîlançoya topbarana Tirk li dijî koçberên Efrînê
Di salvegera komkujiya Til Rifetê de; bîlançoya topbarana Tirk li dijî koçberên Efrînê
Di salvegera komkujiya Til Rifetê de; bîlançoya topbarana Tirk li dijî koçberên Efrînê
Di salvegera komkujiya Til Rifetê de; bîlançoya topbarana Tirk li dijî koçberên Efrînê
2 kanûn, 2022   06:20
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên dermirovî li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Kantona Şehbayê bi hemû cûreyên çekan bi taybetî yên qedexekirî, didomînin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ve di Adara 2018’an de, artêşa Tirk a dagirker gund û navçeyên ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne topbaran dike, li hember vê topbaranê hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî û hêzên rûsî bêdeng in.

4 KOMKUJÎ

Ji wê demê ve artêşa Tirk a dagirker li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Kantona Şehbayê 4 komkujî pêk anîn.

Komkujiya yekemîn li navçeya Til Rifetê li dijî koçberên Efrînê di 2’ê Kanûna 2019’an de hat pêkanîn, di encamê de 10 sivîl ji nav wan 8 zarokên jêrî 15 saliyê şehîd bûn û 13 din jî ku piraniya wan zarok bûn birîndar bûn.

Şehîd ev in: Ebdulfetah Elîko (3), Arif Mihemed Cafer (6), Mihemed Mihemed Omer (7), Îmad Ehmed Kêfo (9), Mistefa Mihemed Mecîd (10), Hemûde Mihemed Elî (11), Semîr Ebdurehman Hiso (12), Mihemed Ebdurehman Hiso (15), Elî Mehmûd Osman (54), Hisên Ebdullah (73).

Komkujiya duyemîn jî di 25’ê Sibata 2020’an de li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa hat pêkanîn ku di encamê de malbateke koçerên Efrînê bû qurban û 3 kesên din birîndar bûn.

Şehîd ev in: Hesen Izet Mihemed (55), Fatme Ehmed Elî (46), Sirûşt Hesen Mihemed (12).

Komkujiya sêyemîn li navçeya Til Rifetê di 23’ê Çileya 2021’an de hat pêkanîn, di encamê de 2 zarok û jinek şehîd bûn û 7 kesên din birîndar bûn.

Şehîd ev in: Macid Yasir Sekran (5), Ebdulmuhsin Sekran (12) û Nazlî Mihemed Mistefa (55).

Komkujiya çaremîn li navenda Navçeya Til Rifetê di 24’ê Tebaxa 2022’yan de hat pêkanîn, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 5 din birîndar bûn.

Şehîd ev in: Hemze Îbo Birîm (21), Reşîd Elîko (28), Fatme Osman Mamo (21), Zuhêr Ebdurehman Mihemed (36).

Birîndar jî ev in: Egîd Fexrî Reşîd (32), Edhem Reşîd Henan (54), Hisên Hisên (13), Semîr Ebdulqadir (31) û Menan Reşîs Hisên (57).

Her wiha, artêşa Tirk a dagirker di 26’ê Tîrmeha 2022’yan de derdora Til Rifetê û gundê Şêx Îsa yê girêdayî wê, gundên navçeyên Şêrewa û Şera bi bêhtirî 940 topan hedef girt, di encamê de jineke ciwan (17) şehîd bû û 5 jinên din birîndar bûn.

Di 4’ê Tebaxa 2022’an de jî balafirên bêmirov ên bombebarkirî navçeya Til Rifetê hedef girt, di encamê de 9 sivîl ji nav wan 6 zarok birîndar bûn, her wiha Hisên Elîko jî birîndar bû ku bavê yekî ji birîndarên komkujiya Til Rifetê ya berê ye.

Di çarçoveya êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şeva 19-20’ê Mijdara 2022’an de, 4 welatiyên li gundê Dêrcimêlê yê navçeya Şêrewa di 20’ê Mijdarê de birîndar bûn, her wiha 2 welatiyên din li gundê Soxanekê yê heman navçeyê di 29’ê Mijdarê de birîndar bûn.

116 WELATÎ ŞEHÎD Û BIRÎNDAR BÛN

Li gor bîlançoyên Heyva Sor a Kurd û nexweşxaneya Avrîn, hejmara şehîd û birîndaran ji destpêka dagirkirina Efrînê û bicihbûna şêniyên wê li Şehbayê û navçeya Şêrewa gihîşt 116, 30 welatî ji nav wan 13 zarok û 7 jin şehîd bûn û 86 welatî ji nav wan 39 zarok û 25 jin ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê birîndar bûn.

Li Kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrewa nêzî 350 hezar welatî ji koçberên Efrînê û niştecihên resen ên Kantona Şehbayê dijîn, her wiha di navçeya Til Rifetê de jî bêhtirî 22 hezar welatî ji nav wan 7 hezar ji niştecihên resen ên navçeyê dijîn.

Li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrewa 5 kampên koçberên Efrînê hene; Berxwedan li navçeya Fafînê, Efrîn li navçeya Ehdas, Serdem li gundê Til Sosin ê navçeya Ehdas, Veger û Şehba li navçeya Şêrewa, ku di her kampekê de nêzî 10 hezar kes dijî û bi awayekî rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

(mh)

ANHA