​​​​​​​Şêniyên Firatê 3 şehîd oxir kirin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyên 3 şehîdan li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê oxir kirin.

​​​​​​​Şêniyên Firatê 3 şehîd oxir kirin
1 kanûn, 2022   13:43
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Mihemed Misto (Mihemed Kobanê), Zêdo Esed (Zêdo Kobanê) û Xalid Xelîl (Xalid Kobanê) bûn. Ew şehîd duh li navçeya Sirînê ya Kobanê di dema li ser erka xwe ya leşkerî de bûn, şehîd bûbûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa navçeya Şêran Lutfiye Silêman axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û got: "Divê li hember dewleta Tirk a dagirker têkoşîn were bilindkirin."

Lutfiye wiha domand: "Her şehîdek li Goristana Şehîd Dicle tê oxirkirin li şûna wî/wê welatî hene ku parastina vê xakê bikin ku ewlehî û îstîqrar misoger bibe. Ji berê wê em soz didin li hember barbariya dewleta Tir li ber xwe bidin."

Lutfiye ev tişt got: "Ji ber me êrişî tu kesî nekiriye, ji wan e em lawaz in û hewl didin xaka me dagir bikin. Lê em ji wan re dibêjin ku em fêrî koletiyê nebûne û ji adeta me ye ku em xwe ji kesekî re deynin. Ji roja yekê ve me biryara berxwedan jiyan e daye."

Li aliyekî din jî hevserokê Desteya Perwerdê ya herêma Firatê Bekir Ceradê got: "Dewleta Tirk a dagirker navendên perwerdê û xizmetguzariyê hedef digire, da ku moralên şêniyên li ber xwe didin têk bibe û çanda wan qir bike. Lê em ji cîhanê re dibêjin, bînin bîra xwe ku vî gelî ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide qir bike, ji bo we çi kir? û çawa hûn ji terora çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin?"

Ceradê wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker teror çêkir û berpirsên tirkan  terorê bi rê ve dibin û li cîhanê belav dikin."

Ceradê di dawiyê de got armanca yekê û dawî ya dewleta Tirk a dagirker têkbirina Rêveberiya Xweser e.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA