Nehiştin Veysî Aktaş ê li Îmraliyê girtî biçe merasîma cenazeyê bavê xwe

Dewleta Tirk destûr neda ku Veysî Aktaş ê ku di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye, tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe.

Nehiştin Veysî Aktaş ê li Îmraliyê girtî biçe merasîma cenazeyê bavê xwe
1 kanûn, 2022   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Veysî Aktaş tevî rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye û 20 meh e agahî jê nayê wergirtin. Çend roj berê bavê wî Abît Aktaş jiyana xwe ji dest dabû.

Li ser vê yekê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlê wan Aktaş tev li merasîma cenaze û şîna bavê xwe bibe, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabû. Lê heta niha ji bersiveke erênî an neyînî nehatiye dayîn.

Cenazeyê Abît Aktaş li Goristana Yenikoy a navçeya Rêzan a Amedê hat veşartin. Ji ber ku bersiveke erênî yan neyînî ji serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê re nehate dayîn, Aktaş nekarî tev li cenazeyê bavê xwe bibe.