​​​​​​​Serçeteyê Ebû El Hesen El Qureşî hat kuştin

Berdevkê çeteyên DAIŞ`ê ragihand ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû El Hesen El Qureşî hatiye kuştin û serçeteyê ku dê şûna wî bigire eşkere kir.

​​​​​​​Serçeteyê Ebû El Hesen El Qureşî hat kuştin
30 mijdar, 2022   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê çeteyên DAIŞ`ê Ebû Omer El Mihacir di qeyda deng de ku li ser hesabên çeteyên DAIŞ`ê yên telegramê belav kiriye got serçeteyê wan di şeran de hatiye kuştin beyî ku cih û dema kuştina wî diyar bike.

Her wiha ragihand ku çeteyê bi navê Ebû El Hisên El Huseynî El Qureşî cihê wî girtiye.

Ebû El Hesen El Qureşî piştî kuştina Ebdullah Qerdaş an jî bi navê Ebû Îbrahîm El Qureşî dihat naskirin bû serçeteyê DAIŞ`ê. Ebû El Qureşî di operasyoneke hêzên Amerîkayê de li bajarokê Atme yê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, di Sibatê de hate kuştin. Wê demê serokê amerîkî Joe Biden spasiya QSD`ê kir ji ber ku di wê operasyonê de alîkariya wan kir.

Qerdaş piştî kuştina Ebû Bekir El Bexdadî di operasyoneke hevbeş de ya hêzên Amerîkayê û QSD`ê hatibû kuştin, bûbû serçeteyê DAIŞ`ê.

Di 27`ê Cotmeha 2019`an de QSD`ê di civîneke çapemeniyê de gotibû : “Di encama kar û xebatên hevbeş de yên zêdetirî 5 mehan di navbera îstixbarata leşkerî ya QSD û hêzên Amerîkayê de serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El Bexdadî li nêzî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li gundê Barîşa yê rojavayê Idlibê hate kuştin.”

(şx)