​​​​​​​​Rûspiyên Efrînê: Em ê bi hêzên leşkerî re xaka xwe biparêzin

Rûspiyên eşîrên herêma Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê banga hevgirtinê li şêniyan kir û gotin"Em ê bi hêzên xwe yên leşkerî re xaka xwe biparêzin." ŞEHBA

​​​​​​​​Rûspiyên Efrînê: Em ê bi hêzên leşkerî re xaka xwe biparêzin
28 mijdar, 2022   12:04
 ŞEHBA

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên herêma Efrînê li beriya avahiya Dîwana Komîteya Rûspiyan a li gundê Wehşiyê yê kantona Efrînê kom bû û der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de daxuyanî da.

Endamê Komîteya Rûspiyên Eşîran Muaz Arslan bi zimanê erebî û hevserokê Yekitiya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nebo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk  a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Şeva 19-20ʹê vê mijarê êrişên herî hovane kir, bi alafirên şer û dronan gundên tijî sivîl bombebaran kirin, nexwexşane, stasyonên gaz û petrolê jî kirin hedef da ku gelê Sûriyê yê di çarçoveya vê erdîngariyê de birçî bike, zulmê lê bike û wê bide koçberkirin.

Em rûspiyên Efrîn û Şehbayê van êrişên bê bext ên dewleta Tirk a dagirker a faşîst ên li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.

Em bang li rêxistinên cîhanê dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin, helwesteke mirovî û dîrokî li hemberî vê zulma sîstematîk nîşan bidin û bersiva van sûcan bidin ku gefan li mirov û keviran dixwin.

Em bang li hemû rûspiyên li Sûriyê û derveyî wê dikin ku di vê pêvajoya zehmet de bi me re bin da ku karibin planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin. Her wiha em bang li gelê xwe yê li bakurê Sûriyê dikin ku xwedî li rêveberiya xwe derkevin, koçber nebin û xaka xwe terik nekin.

Ji bo rizgarkirina hemû herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dewleta Tirk zulm û êrişan li ser zarokên me dike,  em rûspî û eşîrên Şehba û Efrînê piştgiriya xwe bi hêzên xwe yên leşkerî re radighînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên silavkirina berxwedana şêniyan û yekitiya gelan hatin berzkirin.

(bb)

ANHA