​​​​​​​Nivîsgeha Astengdaran û komîteyên şaredariyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Komîteyên şaredariyan û Jîngehê ya Hesekê û Nivîsgeha Astengdaran a herêma Firatê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî cihên stratejîk, navendên xizmetguzariyê û binesaziyê şermezar kirin.

​​​​​​​Nivîsgeha Astengdaran û komîteyên şaredariyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Nivîsgeha Astengdaran û komîteyên şaredariyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Nivîsgeha Astengdaran û komîteyên şaredariyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
27 mijdar, 2022   11:29
HESEKÊ

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê zêde dibin.

Têkildarî mijarê, Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Hesekê û Şaredariya Gel a Til Temirê bi daxuyaniyeke hevbeş, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Di heman demê de Nivîsgeha Astengdaran a herêma Firatê jî daxuyaniyeke têkildarî mijarê da.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U2AgOo1cUbY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Hevseroka Şaredariya Gel a Hesekê Selwa Salih li pêş navenda şaredariyê ya li taxa Til Hecer daxuyaniya Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Hesekê xwend.

Li Til Temirê jî hevserokê Şaredariya Gel a Til Temirê Mihemed Baqî Kotî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyan de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên derexlaqî yên li dijî cihên xizmetguzarî û navendên stratejîk hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker êrişeke nû li dijî herêmên me pêk aniye. Di êrişan de binesaziyên herêmê hedef digire. Ev yek li dijî qanûn û mîsaqên navneteweyî ne. Di encama êrişan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk careke din hewl dide îstîqrar, ewlehiya hundirîn, jiyana aştiyane û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derbe bike. Êrişên xwe li ser tevahî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bi taybet kamp û girtîgehên tê de çeteyên DAIŞ′ê yên terorîst hene."

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9h8uf7WAt6A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi nêzbûna Roja Astengdaran a Cîhanê re ku dikeve 3′yê Kanûnê, Nivîsgeha Astengdaran a herêma Firatê daxuyaniyek li pêş navenda xwe ya li Kobanê da.

Hevseroka Nivîsgeha Astengdaran Rîme Sefer daxuyanî xwend û hate gotin: "Divê beşek ji astengdaran tev li civakê be, beşdariya wan di tevahî aliyên jiyanê de were başkirin, çi sivîlî, siyasî, aborî, civakî û çandî dibe û pransîba peydakirina derfetên kar bingeh bê girtin.

Em êrişên dijminane yên rojane li dijî civakê bi giştî û astengdaran bi taybet şermezar dikin. Ji ber dê ev êriş bi xwe re astengdariyê zêde bikin, bo nimûne zarokê bi navê Ebdo Henîfî di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser mala wî de lingê xwe qut bû.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike."

(fr)

ANHA