​​​​​​​SOHR: Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êriş pêk hat

Duh êvarê li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li herêma Şedadê ya Hesekê êrişa bi moşekan pêk hat. Hin çavkaniyan got ku komên girêdayî Îranê li pişt êrişê ne.

​​​​​​​SOHR: Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êriş pêk hat
26 mijdar, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên girêdayî Îranê duh êvarê bi moşekan êrişî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li herêma Şedadê ya başûrê Hesekê kiriye. SOHR`ê her wiha bi bîr xist ku 2 moşek li derdora herêmê ketine, lê tu ziyanên canî yan madî çênebûne.

Artêşa Amerîkayê jî duh êvarê got: “Bi du moşekan dewriyeyek li bakur rojhilatê Sûriyê hat hedefgirtin. Lê tu ziyan çênebûn.”

 (şx)