TEV-DEM`ê salvegera PKK`ê pîroz kir

TEV-DEM`ê bi daxuyaniyekê salvegera 44`an a damezirandina PKK`ê pîroz kir û bang li hêzên demokratîk kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe bikin yek.

TEV-DEM`ê salvegera PKK`ê pîroz kir
26 mijdar, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 44`an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyek da û tê de ev bone li rêber Abdullah Ocalan, gerîla, girtiyan, malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de wiha hate gotin:

“Pêwîstiya wê pêvajoyê bi rêveberiyeke fikrî ya rastîn, civakî û siyasî hebû ku dikare civakê ji qirkirinê, pişaftinê û siyasetên dewleta Tirk a faşîst xilas bike.

Rêbertiya rastîn, piştî analîzên stratejîk û dîrokî ku rêber Abdullah Ocalan tevî komeke hevalên xwe yên îdeolojî û ronakbîr kirine, bingeh û rêgezên zanistî danîn ji bo ku şoreşeke civakî ya rizgariya demokratîk dest pê bike ku xwe dispêre derfetên xweser.

Vejîna PKK`ê, li hember faşîzmê bersiv bû û destpêkek ber bi hilhatina berbanga nû li ser gelê Kurd bû. Her wiha destpêka avakirina pêvajoya veguhertina nîştimanî ya mezin bû ku hêvî û bawerî di nava hemû beşên civaka Kurdistanê de dîsa vejand. Pê re ji bo pêkanîna yekitiya kurdî kar kir û veguherî şoreşeke rizgariya nîştimanî ya Kurdistanê ku jin û ciwan pêşengiya wê dikin. Ev şoreş ji xwe rêya berxwedan û têkoşînê ber bi azadiyê ve qebûl kir da ku nûnertiya vîna gelên azadîxwaz li herêmê û cîhanê bike.

Tevî komployên li dijî partiyê û êrişên xwîndar ên dewleta Tirk, lê tevgera rizgariya Kurdistanê rêya xwe ya berxwedanê domand û gelek fedakar kir.

Em dîroka berxwedanê ya PKK û helwestên wê yên nîştimanî, mirovî û exlaqî silav dikin. Em gelê xwe û hemû pêkhateyên civakî, azadîxwazên li cîhanê bi vê boneyê û israra wan a li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pîroz dikin. Rêber Ocalan jêdera çarserkirina hemû dozan û HPG`ê ye ku nirxên dîrokî û çandî bi berxwedaneke destanî diparêzin.

Em bang li hêzên nîştimanî, siyasî, saziyên civaka sivîl dikin ku helwestên xwe li hember êrişên terorîst ên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bikin yek.”

(şx)