Girê Miştenûr û gundên Kobanê tên topbarankirin

Di van kêliyan de gundên bajarê Kobanê û girê Miştenûrê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Girê Miştenûr û gundên Kobanê tên topbarankirin
25 mijdar, 2022   21:23
KOBANÊ

Nûçegihana me ya ji Kobanê da zanîn ku gundên Til Şiîr, Korelî, Çarqelî, Zormixar û Xereb Eto yên rojavayê Kobanê û gundên Qeremox ê rojhilatê wê û girê Miştenûrê yê başûrê bajêr ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Nûçegihanê tu agahiyên dîtin der barê topbaranê nedan.

Topbaran heta vê kêliyê dewam dike

ANHA