Kadar Pîrê: Tevahî cîhan wê ji ber êrişên Tirkiyê zirarê bibîne

Serokê Rêxistina Kurd Bê Sînor Kadar Pîrê destnîşan kir ku ji ber tedbîrên ku QSD`ê girtine, êrişên dagirkeriya Tirk encam negirtin û diyar kir, “Berdewamkirina van êrişan dê zirarê bide tevahî cîhanê. Lê baweriya me heye ku dê serkeftin a Rêveberiya Xweser be.”

Kadar Pîrê: Tevahî cîhan wê ji ber êrişên Tirkiyê zirarê bibîne
26 mijdar, 2022   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rêxistina Kurd Bê Sînor Kadar Pîrê duh tevlî bernameyeke taybet a ajansa me û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirxandin.

Kadar Pîrê diyar kir ku êrişên delweta Tirk ên li ser Kurdan ên berê û niha, gefên wê hemû girêdayî hev in û girêdayî dîroka dewleta Tirk e ku Kurdan qebûl nake û naxwaze çareseriyekê ji bo tevahî Sûriyê û ji bo Kurdan bibîne, ji ber vê her tim êriş dike.

Pîrê destnîşan kir ku teqîna li Taksimê ku dibêjin bi van êrişan heyfa xwe hiltînin û dê “terorê tune bikin” derew e û wan li hev aniye ji bo bikin hinceta êrişê û got: “Ji ber vê jî Erdogan xwest xwe bigihîne Biden û bêje va Kurdan êriş kiriye û divê ez heyfa xwe hilînim. Hilbijartinên Tirkiyê jî nêz bûne, ew jî dizanin ku rewşa wan xirab bûye û dengdana ji bo wan ji 43 daketiye 26-27`an, ji ber vê yekê xwest ku tiştekî bike xwe vegerîne û dîsa were ser hikumê.”

ENCAMA KU DIXWESTIN NEGIRTIN

Kadar Pîrê daxuyand ku Amerîka û Rûsyayê dezstûr daye Tirkiyê ku droneyan û firokeyên leşkerî bi kar bîne û wiha dewam kir: “Vê carê jî me dît derbasî kûrahiyê bûn. Wê destûra êrişên Ii ser erdê nestandiye, lê ev siyaseta Tirkan û ya Erdogan e ku 12 sal in dimeşîne, ew daxwaziyên dilê xwe tînin ziman û dibêjin ku wekî ku wan destûr standiye û wê bikin. Lê qirêjiya xwe dikin, kuştina sivîlan û qetilamê dikin û li hêviya ku Rûsya û Amerîkayê ne ku destûrê bidinê. Hat xuyakirin ku destûr nestandiye, ji bo wê jî ew ê êrişên xwe yên hovane bi vê rengî berdewam bikin. Lê belê tedbîrên ku QSD`ê girtin êrişên dewleta Tirk vala derxistin, encama ku wan dixwest negirtin.”

HEVDÎTINÊN ŞAM-ENQEREYÊ ENCAM GIRTINE

 Li ser bêhelwestiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan jî, Kadar Pîrê got: “Ji beriya 5 salan de rûniştinên rejîmê û Tirkiyê çêdibin. Qurbaniyên wan hevdîtin û lihevkirinan tim ji miletê Sûriyê bûn. Rejîma Sûriyê ku li hember kuştina leşkerên xwe daxuyaniyekê jî nade, nîşan dide ku bi wan re şirîk e. nîşan dide ku hevdîtinên wan bi Tirkiyê re encam girtine. Her du jî dixwazin Kurdan û Rêveberiya Xweser tune bikin. Şam pûç e û tu carî bi berjewnediyên miletê Sûriyê nafirkire. Hêzên Sûriya demorkatîk, xweseriya demokratîk jî miletê Sûriyê ne û divê berjewnediyên wan jî di ber çavan re bigire.”

DIXWAZE DAIS`Ê DÎSA VEGERÎNE

Li ser armanca êrişkirina kampa Holê û têkiliyên Tirkiyê bi DAIŞ`ê re, Kadar Pîrê got: “Her tim dema ku DAIŞ teng dibû dewleta Tirk êrişek dikir ji bo piştgiriyê bide wan. Di dema ku dawiya DAIŞ`ê li Baxozê dihat jî, wê demê Tirkan dest bi êrşa li ser Efrînê kir. Ev mesele pir zelal e ku dewleta tirk dixwaze dîsa DAIŞ`ê rake ji bo ku daxwazên wê bîne cih. Îro dîsa dixwaze DAIŞ`ê vegerîne ji ber ku DAIŞ xizmeta wê dike û berjewnediyên wê bi cih tîne.”

DIXWAZE SÛCÊN XWE VEŞÊRE

Kadar Pîrê daxuyand ku hedefgritina binesaziyan tê wateya ku siyaeta dewleta Tirk têk çûye û ev nirxandin kir: “Bêguman, dewleta Tirk dixwaze zirarê bigihîne vî miletî û Rêveberiya Xweser ku nikaribe xizmeta miletê xwe bike, milet dûrî wê bixe. Lê belê armanca sereke ew e ku dixwaze şewqê ji ser tiştekî bibe û balê bikişîne ser tiştekî din. Wekî wê çîroka kurdî ya kevin ku dibêje 'Gurî titşekî xirab kir ji bo ku alem qala wî bikin'. Tirkiye jî heman tiştî dike, dixwaze tiştên xirab ên ku wî kirine veşêre. Ev siyaseteke navneteweyî ye, Îsraîl vê siyasetê dike. Dewleta Tirk jî bi du rengan pêk tîne, carekê şewqê diavêje cihekî ji bo ku li cihekî din bi dizî tiştan bike, yan jî tiştekê ku wan kirî tiştekî mezintir dikin ji bo balê bikişîne ser. Hem jî mesajê dide dewletên din ku destûrê bidin min ez êriş bikim yan jî ez ê tiştên xirab bikim.”

ZIRAR JI BO TEVAHÎ CÎHANÊ YE

Kadar Pîrê amaje bi bandorên vê êrişê kir û got: “Wê hêzên QSD`ê nema karibin şerê DAIŞ`ê bikin. Wê nema karibin Holê û girtîgehên ku DAIŞ tê de biparêzin. Ji ber ku xeteriyeke mezintir heye wê li hember wê bisekinin. Ji bo miletê rojava û tevahî pêkhateyên Ereb û Suryan û her kesê ku li vir jiyan dike zirar heye. Hem jî ji bo tevahî cîhanê jî zirar heye. Wê QSD nema bikare bi koalîsyona Navnetweeyî re alîkar be, ne jî dê bikare bi tena xwe 70 hezar kseên ji malbatên çeteyan û 15-16 hezar girtiyên DAIŞ`ê biparêze, ku her yek ji wan bombeyek li ber teqînê ye. Em bi rêberiya xweser bawer in. Serkeftin dê ya vê xweseriyê be, dê ya me be.”

(cx)

ANHA