Bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dagirkeriyê li ser Efrîn û Şehbayê

Artêşa Tirk a dagirker bi 795 topên hawan, obîs û tankê 27 gund û deverên li kantonên Şehbayê û Efrîna dagirkirî topbaran kirin.

Bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dagirkeriyê li ser Efrîn û Şehbayê
26 mijdar, 2022   06:56
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetên dawîn de gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dimînin bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker li kantona Şehbayê 12 gund û dever topbaran kirin. Cihên hatine topbarankirin ev in;

Navenda navçeya Til Rifet, Zîwan, Semûqa, Balafirgeha Minix, Bêlûniyê, Til Cîcan, Til Enab, Şêx Îsa, Eyn Deqnê, Um Hoş, Nêrebiyê, Ehrez.

Li navçeya Şêrawayê jî 7 gund û dever hatin topbarankirin; Dêr Cimêl, Meyasê, daristana Soxanekê, Soxanekê, Qinêtirê, Bênê, derdora Bênê.

Her wiha 8 gundên navçeya Şera hatin topbarankirin; Malikiyê, Elqemiyê, Tat Maraş, Merenaz, Tinib, Îrşadiyê, depoyên Şewarxa, Keleha Şewarxa.

Li gorî agahiyan, dagirkeriya Tirk gund û deverên navborî bi 795 topên hawan, obîs û tankê topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Topbarana li ser herêmê dewam dike û li asîmanê herêmê tevgera balafirên keşfê yên biçek heye.

ANHA