​​​​​​​Bekir Elo: Erdogan di oxira destilata xwe de gelê Tirk dike qurban

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelê herêmê û dagirkirinê herêmên din e.

​​​​​​​Bekir Elo: Erdogan di oxira destilata xwe de gelê Tirk dike qurban
26 mijdar, 2022   06:10
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê ji 19`ê Mijdarê ve zêde kirin. Bi balafirên şer, top û moşekan û heta çekên qedexekirî, welatiyan û binesaziya herêmê dike hedef.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî.

Elo îşaret bi rola dewleta Tirk a dagirker di aloziya Sûriyê de kir û got: “Tirkiye roleke herî kirêt di Sûriyê de lîst. Ji destpêka aloziyê ve, xwestin planên xwe yên dagirkirinê li ser hesabê gelê herêmê û destkeftiyên wê pêk bîne û binesaziya herêmê wêran bike.”

Elo wiha domand: “Dewleta Tirk ji bo pêkanîna ajandeyên xwe yên mêtingeriyê li herêmê û ji bo projeya neteweya demokratîk têk bibe û vîna gelên azad bişikîne, gelek alî bi kar anîn.”

Her wiha Elo destnîşan kir ku AKP û MHP berpirsên teqîna li Stenbolê ne û wiha pê de çû: “Ew dixwazin dengê kolana Tirkiyê qezenc bikin, beriya hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê ku tê payîn sala bê li dar bikevin. Divê hêzên navneteweyî û gelê Tirk vê rastiyê fêm bikin ku teqîna li Stenbolê îstîxbarata Tirkiyê çêkiriye.”

Elo ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk piştî ku di aliyên siyasî, aborî û dîplomasî de bi bin ket, berê xwe da rêbazên tirsandinê. Erdogan dixwaze desthilata xwe mayinde bike heta ku berdêl gelê Tirk be.”

Elo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan, sivîlan beriya hêzên leşkerî dike hedef û bi şerekî din ê li dijî gelên herêmê bi nav kir.

Bekir Elo têkildarî helwesta hêzên navneteweyî yên li herêmê û got: “Dewleta Tirk a faşîst, destekê dide terorê û wê fînanse dike. Rûsya û Amerîka vê yekê dizanin. Lê ji bo berjewendiyên xwe, bêdeng in û piştgiriya Tirkiyê dikin. Destek û erêkirina her du hêzan qada topbarana li ser herêmê firehtir kir û rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê vekir.”

Elo wiha dewam kir: “Tirkiye madeya 51`an a peymana NY`yê bi kar tîne û êrişî herêmên Sûriyê dike û sûcên şer li dijî gelê wê pêk tîne.”

Di dawiyê de Bekir Elo got: “Divê li hember van êrişan têkoşîn û berxwedan dewam bike.”

ANHA