Rêber Abdullah Ocalan: Eger tu azadiyê dixwazî divê tu bibî xwedî hebûn

“Eger me şer li ber çavan negirtibûya me tu azadî bi dest nedixist, jiyaneke azad li aliyekî, me nikaribû em nasnameya xwe jî bi dest bixin. Ji lew re PKK’ya şer qonaxeke mecbûrî bû.”

Rêber Abdullah Ocalan: Eger tu azadiyê dixwazî divê tu bibî xwedî hebûn
26 mijdar, 2022   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi minasebeta 44’emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), tecrubeya Şerê Gel ê Şoreşgerî û Encamên Wê ji Manîfestoya Parastina Şaristaniya Demokratîk parêznameya 5’an ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve li Girtîgeha Îmraliyê hatiye nivîsandin.

KURD VEJAND Û EV BÛYER DIŞİBİYA SAX DERXİSTİNA MİRÎ Jİ QEBRÊ

“Dendika PKK’ê li Enqereyê hat danîn û ev jî bi awayekî tîpîk nîşana polîtîkayên mêtingeriya klasîk in. Li gelemperiya dinyayê di çarçoveya têkiliya mêtingeh-metrepol de gelek mînakên bi heman rengî pêk hatine. Min hewl diyar bikim ku derketin û gavavêtina ji Enqereyê bi êş û jan bû. Eşkere ye ku ev yek ji pêvajoyên herî zor û zehmet bû. Ez dema behsa zor û zehmetiyê dikim, mebesta min hêza çor û qebe nîne, ji ber xweseriya faşîzma Tirkê Spî, ji ber atmosfera wî ya çanda derûnî ya bêhnê li mirovan diçikîne, zor û zehmet bû. Çiqasî ketina wir zehmet bû, derketina ji wir jî ewqasî zehmet bû. Gelekî girîng bû ku bi kîjan ruh û çandê gav hatibûn avêtin. Faşîzma Tirkê Spî di warê qirkirina çandî de bi serketina xwe şa dibû û di nava vê rewşê de me gav diavêt, me di vê rewşê de tevgera neteweyî ya Kurd vejand û ev bûyer dişibiya sax derxistina mirî ji qebrê.

TERKÎ DIYAR ALTERNATÎFA HERÎ LEZGÎN A LI PÊŞIYA ME BÛ

Wekî din vê rewşê gotina “Canê nehatibe stendin hêvî jê nayê qutkirin” dianî bîra mirov. Nexweşê me ruh pê ve dihat û nîşaneyên vê yekê xuya dikirin. Lewma wezîfeya me ya bingehîn bû ku em nexweşê xwe bibin devereke din, bibin cihekî ku lê karibe bi sihet bi ser xwe ve bê. Rewşa me ya li Ûrfayê dişibiya nexweşiya Eyûp Pêxember jî û lewma terk-î diyar alternatîfa herî lezgîn a li pêşiya me bû. Ji bo xebata stratejîk me herêma herî germ a Rojhilata Navîn hilbijartibû û têkiliya vê jî bi armancê re li hev dikir. Gelek hêzên bi heman rengî derketibûn Ewropayê. Ji bo xebatên şoreşgeriyê Ewropa ji zû ve rola navendbûnê ji dest da bû. Bav û diya modernîteya Tirk bû ku kiribû bela. Şoreşgerên li Tirkiyê xwestin bi lêdanê terbiye bikin, li Ewropayê bi dermankirina derûnî wê wan islah bikirana. Karîbûn li Ewropayê bixebitin, lê destûr tinebû ku Ewropayê bikin navenda stratejîk a xebatê.

PKK’YA ŞER QONAXEKE BIVÊNEVÊ BÛ

Sala me ya pêşî bi dabînkirina pêdiviyên lojîstîk û ji nû ve bi rêkûpêkkirina komê derbas bû. Eger em çîroka wê ji bo paşê bihêlin, mirov dikare bibêje, zeman û mekanê nû rast bi karanîn gelekî girîng bû. PKK’ya salên 1970’î ya Kurdistan û Tirkiyê îdeolojîk bû. Îdeolojiya dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî qebûl kiribû. Xisletên demokratîk weke potansiyel di navê de hebûn. Lê em ne xwediyê wê kapasîteyê bûn ku bi revîzyonîzma sosyalîzma pêkhatî re têbikoşiyana. Me li gorî xwe, bi tenê karîbû bi awayekî serketî li dijî îdeolojiyên milliyetgiriya paşverû û şovenîzma sosyal têbikoşin. Li zeman û mekanê nû yê Rojhilata Navîn hewcedarî bi vê tinebû û şertên wê jî tinebûn. Şertan li hundir PKK’ya şer a şoreşger, li derve jî hevgirtina bi rêxistinên din û dewletên sosyalîst ên reel re ferz dikirin. PKK’ya îdeolojîk, tevî hêmanên xwe yên ne zelal ên îdeolojîk, ji bo jiyaneke azad têra xwe hêvî didan. Lê bi awayekî îdeolojîk hêvîdan ji bo jiyaneke azad ti carî têrê nedikir. Ji lewra PKK’ya şer qonaxeke bivênevê bû.

EM KETIN NAVA ŞERÊ AZADIYÊ YÊ NASNAMEYÊ

Eger me şer li ber çavan negirtibûya me ti azadî bi dest nedixist, bihêlin jiyaneke azad, me nikarîbû em nasnameya xwe jî bi dest bixin. Li Enqereyê ya me xeyal dikir ne jiyana azad bû, ji wê gelekî dûr bû; ya me xeyal dikir, belkî der barê nasnameya xwe de me dixwest em navekî bi dest bixin. Ji bo vê bi xwe jî gelek rîsk û tehlûke hebûn. Di encamê de herçiqasî bi rîskbûya jî me weke nav nasnameya Kur bi dest xistibû. Gava dudiyê ya mezin ew bû ku diviyabû ya hatibû bi destxistin me dugêsinî nekiribûya. Lewma em ketin nava şerê azadiyê yê nasnameyê. Li vir pirsa bingehîn a li pêşberî me dîsa têra xwe felsefîk e. Pirsa bingehîn a felsefîk têkiliya di navbera nasname û azadiyê de ye. Gelo bêyî azadî mirov dikare nasnameya xwe bijî? Gelo di çarçoveya ferdî de azadî bêyî nasnameya civakî pêkan e? Eger bersiveke erênî ji bo van herdu pirsên bingehîn neyê dayîn, hingê divê mirov têkiliya di navbera çalakî û azadiyê de manedar bike, bi gotineke din divê mirov têkiliya di navbera îrade û azadiyê de manedar bike.

KURD JÎ WEKE HEBÛN Û NASNAME PARÇE PARÇE TÊNE QEDANDIN

Şêwazê zordestî û mêtinkariya xwe disipêre nasnameya Kurd, mînak weke zordestî û mêtinkariya çi dewleteke netewe ya Ewropayê nîne. Rêbazên qirkirina çandî yên li gorî demeke dirêj hatine eyarkirin û li tevahiya qadên civakî hatine belavkirin li ser kar in. Heta ev rêbaz li ser kar bimînin, ne hebûn an nasname mewzûbehs dibin. Azadî jî bi tenê ji bo hêmanên modernîteya dewleta netewe yên serdest in. Li wir jî pirraniya welatiyan xwediyê jiyaneke koletiyê ya modern in. Kurd jî weke hebûn û nasname parçe parçe têne qedandin û ji holê têne rakirin. Ji bo vê jî bi tevahî amûrên qirkirinê û asîmîlasyonê li ser kar in. Bi tenê zordestiya siyasî û mêtinkariya ekonomîk mewzûbehs nîne. Hebûna dîrokî-civakî ango nasname bi xwe di pêvajoya îmha û înkarê de ye. Ji lewra azadiyeke mîna ya Ewropayê bi têkoşîna siyasî û ekonomîk bê bi destxistin mewzûbehs nîne. Li Ewropayê pêdivî bi şerê hebûnê jî tineye. Ji bilî kêm îstîsnayan, nasname di bin zordestiyê de bin jî di pêvajoya îmha û înkarê de nînin. Herçiqasî bê gotin, bêyî azadî jiyana bi nasname hêja nîne jî dîsa girîng e ku mirov xwedî nasname û hebûn be.

EGER TU HEBÛNÊ DIXWAZÎ DIVÊ TU DI WARÊ AZADBÛNÊ DE BISER BIKEVÎ

Di warê diyardeya Kurd de rewş cuda ye. Hebûn û nasnameya wî bi xwe tê înkarkirin û li ser parçeyên wî yên mayî jî pêvajoyeke dijwar a îmhakirinê tê meşandin. Di rewşeke bi vî rengî de hebûn û azadî dibin du têgînên ketine zikhev. Yek bê ya din pêk nayê. Eger tu azadiyê dixwazî divê tu bibe xwedî hebûn; eger tu hebûnê dixwazî divê tu di warê azadbûnê de bi ser bikevî. Tevî ku di pêvajoyên îmha û înkarê de pirr zêde amûrên îdeolojîk ango amûrên derûnî û çandî li ser kar in jî lê bi awayekî bingehîn îmha û înkar li ser bingehê hêza fizîkî ango bi darê zorê têne meşandin. Artêş, polês, kontrgerîlla, mîlîsên faşîst ên sivîl, cerdevan û mîlîsên ajan weke tevn û torekê li ser tevahiya çaviyên hebûnê çalak in. NATO û hêzên din ên hevgirtî li pişta wan in. Hêzên îmhakirina fizîkî yên bi kêmanî paşxaneke wan a dîrokî ya bi qasî sedsalî heye, timî hewl didin desthilatparêzên ji rêûresmê û hêzên hiyarerşîk bi kar bînin. Berî çalakiyeke li dijî van hêzên fizîkî an têkoşîneke li dijî wan, rastiya wan li ber çavan neyê girtin, ne hebûn û nasname ne jî azadî tê bi dest xistin.

JI HÊZÊN ÎMHA Û ÎNKARÊ ZÊDETIR ROLEKE NEYÊNÎ RADIBIN

Di hevkartiya Kurd a dema nêz de hin gavavêtin piçûk ên di bin dawa bûrjûwayê de têne dîtin, milliyetgirên paşvrû û şovenîstên civakî yên Tirk ên hevkartiya dewleta netewe ya serdest dikin, bêyî ku sîstema îmha û înkarê ya li ser hebûn û nasnameya Kurd li ber çavan bigirin, dîsa bêyî ku rêbaz û amûrên qirkirinê bibînin, bi awayekî kategorîk û giştî behsa têkoşîneke azadiyê dikin. Kesên behsa wan têne kirin herçiqasî durist bin jî bi sedema ku statuya qirkirinê ya objektîv paşguh dikin, ji hêzên îmha û înkarê yên bi zanebûn tevdigerin zêdetir bi roleke neyênî radibin. Bi gotinên qelp û demagojîk ên ti hikmê wan tinene, tînin ziman ku wê nasname û azadiyê bi dest bixin. Ji bo duaya ku nabe û pêk nayê, ji mirovan dixwazin jêre bibêjin amîn. Ji bo hebûneke li ber îmha û înkarê, mînak ji bo nexweşekî kansêrê aspirînê weke derman pêşniyar dikin û bi vê rêbazê dixwazin wî xweş bikin ango hewl didin nexweş bikujin.

LI DIJÎ RÊBAZÊN SÎSTEMA ÎMHA Û ÎNKARÊ, TÊKOŞÎNA AZADIYÊ ŞERT E

Tevî ku bi salan rêbazên behsa wan kirî ceribandin jî encam li pêş çavan e. Bi sextekariyeke mezin, mafê mirovan û azadiyên tine mîna ku hene nîşan didin û hewl didin bidin bawerkirin ku bi têkoşîna îdeolojîk û siyasî mirov ê karibin bi nasname û azadiya xwe rabin. Ji bawerkirinê wêdetir, bi propagandayê hewl didin bîrewerî û îradeya gel kor bikin. Eşkere ye ku li dijî rêbazên sîstema îmha û înkarê, bi awayekî cuda be jî têkoşîna bi rêbaz û amûrên bandora wan bişikîne ji bo bi hev re bi destxistina hebûn, nasname û azadiyê şert e. Tevî ku amûrên îdeolojîk û siyasî hewce dikin jî di şertên heyî de nikarin diyarker bin. Kengî amûrên îmha û înkarê bi rêbaz û amûrên şoreşgerî hatin bi sînorkirin amûrên behsa wan têne kirin mirov kare qala wan bike û karin bi roleke manedar rabin.

PKK JI ALIYÊ GEL VE ÇIMA HATE DESTEKKIRIN?

Jixwe gelekî kêm be jî di derketina holê ya PKK’ê de ev rewşa çalak a rêxistinê li ser gel bandora xwe çêbû û gel palpiştiya wê kir. Ango rastiya em behsa wê dikin ew e, bi rê û amûrên rast têkoşîn li ber çavan hatibû girtin. Herçiqasî hinek nuqteyên ne zelal û şîlo hebûn jî stratejiya şerê rizgariya neteweyî ya antîmêtingerî di destpêkê de bi rastiyên girîng radibû û lewma jî gel destek dayê. Dîsa li ser riya vê stratejiyê hinek çalakiyên bi sînor hatin li dar xistin û ji ber heman sedeman bi awayekî dûrî aqilan eleqe dît û palpaştiya wan hat kirin. Em dema daketin qada Rojhilata Navîn der barê pirsgirêkên hebûn û azadiyê de guftûgoyên bi vî rengî dihatin kirin. Hinek bûyerên diqewimîn dihatin rexnekirin, û gera li stratejî û taktîkên nû û bêhtir rast hebû.”

ANHA