Bi sedan şêniyên Til Temirê şehîd Mehmûd El Hemîd oxir kir

Bi sedan şêniyên Til Temirê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Îbrahîm El Hemîd ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker li dijî Zirganê de di 23′yê Mijdarê de şehîd bûbû, oxir kir.

Bi sedan şêniyên Til Temirê şehîd Mehmûd El Hemîd oxir kir
25 mijdar, 2022   11:45
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Til Temirê ya Hesekê beşdarî merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Îbrahîm El Hemîd bû.

Merasîm li goristana şehîdan a Til Temirê pêk hat, tê de li ser navê malbatên şehîdan bavê şehîd Seed ê nûçegihanê ANHA′yê, Mihemed Seîd El Ehmed axivî û got: "Me rêya mayîn û berxwedanê li ser vê xakê hilbijartiye û me bi hezaran di oxira vê xakê de şehîd da."

El Ehmed wiha domand: "Dijminê me tenê rêya berxwedanê ji me re hişt û têkçûna wê dê bi destê me be."

Dûre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Çinar Salih wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeya şehîd bi tiliyên dayikan hate oxirkirin.

(fr)

ANHA