​​​​​​​′Em destekê didin Rêveberiya Xweser û QSD′ê′

Rûspî û şêxên eşîrên Tebqayê diyar kir ku ew li dijî êrişên dagirkeriya Tirk destekê didin QSD′ê û Rêveberiya Xweser.

​​​​​​​′Em destekê didin Rêveberiya Xweser û QSD′ê′
24 mijdar, 2022   13:54
TEBQA

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê li pêş Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Şêxê eşîra Elbo Xemîs Hisên Reşid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk di êrişên xwe de avahiyên sivîl ji nexweşxane, stasyonên kehrebê û depoyên dexlûdanan hedef digire. Ji bo êrişan şanoyek çêkir, lê heta niha tu kesî pê bawer nekir.

Şanoya Ehlam El Beşîr ji bo hinceta pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Lê wan bi xwe ew şano çêkir, da ku êriş bikin.

Hin dewletan çav ji van êrişan re girtin û da zanîn ku ji mafên dewleta Tirk e ku ewlehiya xwe biparêze.

Gelo ji gundekî parêzgeha Dêrazorê de ku 70 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê ve dûr e, gefan li dijî dewleta Tirk dixwe? Gelo zarokên Kobanê ku parçeyên laşên wan belav bûne, gefan li dewleta Tirk dixwin?.

Berjewendiyên modernîteya kapîtalîzmê bi timayên dewletên mafyawî ve ku îdia dikin aştiyê û ewlehiya herêmê pêk tînin digihînin hev, lê di rastiyê de hewl dide Sûriyê bi giştî lawaz bikin, projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, anku projeya neteweya demokratîk derbe bikin.

Di dawiyê de hate gotin divê gotin û helwest li hember êrişan yek bin, desteka Rêveberiya Xweser bikin û li dora hêzên xwe QSD′ê ji bo parastina xak û gelê xwe bicivin. Ji ber şer êdî şerê hebûnê ye."

ANHA