Nasnameyên 5 şehîdên HRE`yê hatin eşkerekirin

HREʹyê nasnameyên şervanên ku di êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê de şehîd bibûn, eşkere kirin.

Nasnameyên 5 şehîdên HRE`yê hatin eşkerekirin
24 mijdar, 2022   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HREʹyê wiha ye:

ʹʹDewleta Tirk a dagirker di çarçoveya konsepta jenosîda gelê Kurd de di şeva 19’ê Mijdarê ve bi balafirên şer û keşfê, bi tang û topên xwe bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Ev êrişên wan ne tenê li hember hêzên leşkerî bi taybet gelên me yên sivîl dike hedef. Saziyên ku xizmeta mirovan dike ên wek nexweşxane, dibistan, cihên tendûrîstiyê, bax û baxçeyên gelên me, binesazîyên herêmê bi giştî daye ber xwe û êrişan li dar dixe. Di encama van êrişan de li kêleka zirarên maddî bi xwe ra pirsgirêkên mezin ên mirovî ava dike.

Di roja 20’ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehbayê û Efrînê gelek gund û navçeyên van herêman kirin armanc û bi balafirên şer û keşfê lê dan. Hevrêyên me Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran ên parastina herêmê de li ser erka xwe bûn, bûn armancên êrişên balafirên şer û gihîştin şehadetê.

Hevrêyên me Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran ku di demên cûda de tevlî hêzên me bûn, her yek ji wan ji bajarê Efrîna rengîn a bi welatparêziyê xwe tê nasînê ne. Hevrêyên me bi hestên bilind ên welatparêzîyê û hezkirinên xwe yên welat kesayetek şoreşger avakirin. Sebeba tevlîbûna sereke a 5 hevrêyên me jî serî de bajarê Efrînê û cihên din ji bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker rizgarkirin bû. Ji ber ku gel û welatê te bindest û dagirkirî be tenê rêyek ji mirovên xwedî şeref û namus re dimîne: Ewj jî heta dawîyê li hember dagirkeran têkoşîneke şoreşgerî ye. Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de her 5 hevrêyên me jî di vê çarçoveyê de bi dil û can tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Heta kêlîya dawî wek her xeyalên şoreşger û gelên me di welatekî azad de jiyaneke aram bû.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê soz didin ku di şexsê hevrêyên me Xelîl, Çayan, Brusk, Dilsoz û Baran de em ê têkoşîna afirandina welatekî azad û jiyana hevbeş a gelan ku armanca şehîdan bû, heta dawiyê dewam bikin. Em sersaxiyê serî de malbatên xwe yên hêja ên şehîdan û gelên me yên welatparêz ra dixwazin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Xelîl Cindirês

Nav û Paşnav: Zeîm Reşo

Navê Dayikê: Nezîra

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022

***

Nasnav: Çayan Efrîn

Nav û Paşnav: Şiyar Silêman

Navê Dayikê: Asya

Navê Bav: Evdilezîz

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022

***

Nasnav: Brusk Efrîn

Nav û Paşnav: Abdulah Îsa

Navê Dayikê:   Hemîda

Navê Bav: Abdulhenan

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022

***

Nasnav: Dilsoz Şêrawa

Nav û Paşnav: Mihemed Hisên

Navê Dayikê: Nazlîyê

Navê Bav: Behrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022

***

Nasnav: Baran Efrîn

Nav û Paşnav: Mistefa Mistefa

Navê Dayikê: Necla

Navê Bav: Sebrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 20’ê Mijdara 2022ʹʹ

(bb)