Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk li Sûriyê êrişî binesaziyê dike

Rojnameyên erebî îro behsa êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandanên gel ên li Îranê û rageşiya Rûsya-Ewropayê kir.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk li Sûriyê êrişî binesaziyê dike
24 mijdar, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘OPERASYONA TIRKIYÊ LI BAKURÊ ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIJWAR DIBE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Ev 4 roj e êrişên hewayî yên Tirkiyê li dijî herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dewam dikin ku QSD hevalbenda yekemîn a Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê ye. Washington li hember vê operasyona Tirkiyê bê helwest e. Rûsyayê jî li ser zimanê şandeyê rûsî yê Sûriyê Alexander Lavrentiev got berdewamkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê zirarê dide ewlehiya herêmê. Lavrentiev di daxuyaniyên di ber civîna Astanayê de jî destnîşan kir ku Rûsyayê hewl daye Tirkiyê îqna bike ku operasyona leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk neyne.

Cîgira berdevkê Pentagonê Sabrina Singh jî pêr di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Pentagon şopandina bûyerên li Sûriyê didomîne. Sabrina bang li hemû aliyan kir ku dûrî şer bikevin.

Di heman demê de rewşa meydanî li bakur û rojhilatê Sûriyê bi girêktir dibe. Fermandarê QSD`ê Mazlûm Ebdî ji rojnameya Al Monitor a Amerîkayê re axivî û got ew herî zêde texmîn dikin ku bajarê Kobanê bibe armanca êrişeke bejahî ya Tirkiyê ya li dijî herêmên serweriya QSD`ê, wekî bersivdayîna êrişa li Stenbolê pêk hatiye ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û hikumeta Tirkiyê hêzên QSD`ê pê tawanbar kirin.

Çalakvanên herêmî ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek ên Tikiyê cihên petrolê li bajarê Tirbespiyê, cihên leşkerî yên li nêzî hêzên Rûsyayê kirin hedef, di encamê de endamekî QSD`ê hat kuştin. Aliyên Kurd texmîn dikin ku êrişên Tirkiyê li dijî herêmê dewam bikin.”

‘LI DIJÎ ZEXTÊN PASDARAN LI ÎRANÊ BANGA GREVA GIŞTÎ’

Der barê rewşa Îranê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Li dijî zextên pasdaran ên li Kurdistanê û herêmên din ên ku ji beriya 10 hefteyan ve an ku piştî mirina ciwana bi navê Mehsa Emînî ya ku li gel Polîsên Exlaqê hatibû destgîrkirin, xwepêşandan lê tên lidarxistin, duh partiyên Kurdan ên li dijî rejîma Îranê bang li tevahî îraniyan kir ku grev û çalakiyan li dar bixin.

Komîteya ku di navbera partiyên Kurdan de hemahengiyê dike, bang li rêxistinên siyasî, çalakvanên sivîl û welatiyan Îranê kir ku ji bo piştgiriya Kurdistana Îranê û yekitiya di navbera îraniyan de grev û meşên protestoyî li dar bixin.

Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan (Herna) ragihand ku 437 xwepêşander hatin qetilkirin, di nav de 61 zarok hene, her wiha 18 hezar û 55 kes hatine girtin.

Di demekê de ku xwepêşandan bi hemû cureyên xwe dewam dikin, berpirsên payebilind ên Îranê operasyonên zext û vemirandina tevgerê parastin.

Mihemed Îsmaîl Kewserî ku generalekî pasdaran e, şandina hêzeke bejahî ya pasdaran ji bo bajarên Kurdan li hemberî ʹcudaxwazanʹ erê kir.

Fermandarê hêzên bejahî yên pasdaran Mihemed Babkur bang li şêniyên herêma Kurdistana Iraqê kir ku baregehên xwe û navendên “îstiqrara terorîstan” vala bikin, bi vê gotinê îşaretê bi baregehên partiyên Kurdan ên Îranê dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehiyan di civîneke çapemeniyê de got 76 navendên terorîstan ên li dijî şoreşê li herêma Kurdistanê hene. Her wiha anî ziman ku Amerîka û Îsraîl çek derbasî welat kirine û got li Tehranê madem gef ji aliyê derdorê li ser me hene, wê hêzên me yên çekdar xebatên xwe yên misogerkirina ewlehiya neteweyî ya welat berdewam bike.”

‘PARLAMENTOYA EWROPAYÊ RÛSYA XIST LÎSTEYA WELATÊN SPONSERÊN TERORÊ’

Têkildarî şerê Rûsya-rojavayiyan rojnameya El Ereb wiha nivisî: "Parlamentoya Ewropayê duh (çarşem) Rûsya wek dewleteke sponsera terorê hesiband. Her wiha diyar kir ku êrişên leşkerî yên Moskovê li dijî armancên sivîlan wekî binesaziya enerjiyê, nexweşxane, dibistan û stargehên li Ukraynayê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Berdeva Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova jî li ser Telegramê nivisî: "Pêşniyar dikim ku Parlamentoya Ewropayê wekî sponserê ehmeqiyê bê hesibandin."

Serokê Ukraynayê Vlodemir Zelensky bang li DYA`yê û dewletên din kir ku Rûsyayê wek sponsera terorê bi nav bike ku her wiha Rûsya bi hedefgirtina sivîlan tawanbar kir. Lê Moskovê ev tawanbarî red kirin.

Di lîsteya welatên sponserên terorê ya Amerîkayê de 4 dewlet hene; Kuba, Koreya Bakur, Îran û Sûriye. Ev tê wateya ku hinarteyên parastinê li ser wan qedexe ne û qeydên diravî li ser tên ferzkirin. Di nav dewletên YE`yê de jî heta niha Lîtwanya, Latviya, Estonya û Polonyayê piştgirî da biryara xistina Rûsyayê di lîsteya welatên sponserên terorê de."