Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê: Dagirkeriya Tirk girtîgehên DAIŞ’ê hedef digire

Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker girtiîgehên çeteyên DAIŞ’ê hedef digire.

Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê: Dagirkeriya Tirk girtîgehên DAIŞ’ê hedef digire
23 mijdar, 2022   19:13
QAMIŞLO

Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê hevserokê nivîsgehê Xalid Remo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji nêzî mehekê ve li hemû navendên çaksaziyê û perwerdeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberî hatiye ragihandin. Ew jî ji ber agahiyên ku dibêjin şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê ji bo êrişkirina wan navendan plan danîne. Armanca wan ew e ku girtiyên DAIŞ’ê yên di navendên me de birevînin. Her wiha çalakbûna wan şaneyan bi êrişên dawî yên dagirkeriya Tirk ve girêdayî ne nexasim piştî hedefgirtina deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de navendên tenduristî û leşkerî û binesaziyê hatin hedefgirtin. Îro jî navendeke me ya çaksazî û perwerdeyê hedef girt, bi taybetî jî derdora navenda çaksazî û perwerdeyê ya Cergîn û navenda Orkêş a girtiyên sivîl û terorîst.

Berpirsiyariya parastina van navendan ne tenê ya Rêveberiya Xweser û gelê Sûriyê, lê belê ya hemû aliyên berpirs ên şerê li dijî DAIŞ’ê ye, di serî de civat û Koalîsyona Navneteweyî.”

(mh)

ANHA