Dewleta Tirk a dagirker careke din kargeha gazê ya Siwêdiyê kir hedef

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker kargeha gazê ya Siwêdiyê ya gundewarê Dêrikê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker careke din kargeha gazê ya Siwêdiyê kir hedef
23 mijdar, 2022   19:12
QAMIŞLO

Nûçegihana me ji navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo ragihand ku balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker careke din kargeha gazê ya Siwêdiyê bombebaran kir, piştî ku vê sibê dîsa bombebaran kiribû û di necamê de zirarên mezin çêbûn û kehrebe ji ser piraniya bajar û navçeyên herêma Cizîrê qut bû.

Lê agahiyên berfirehtir têkildarî topbaranê nehatin bidestxistin.

ANHA