Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li ser nuqteyeke kontrolê ya hêzên li bakurê Zirganê endamekî wê şehîd bûye û 2 din jî birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
23 mijdar, 2022   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wê Mehmûd El Hemîd

îro, Çarşemê 23ê Mijdarê, endamê me Mehmûd El-Hemîd dema erkê parastina gelê xwe pêk dianî, ji aliyê balafirek bêmirov yê artêşa Tirk a dagirker ve li ser nuqteyeke kontrolê ya hêzên li bakurê Zirganê şehîd bûye û 2 şervanên din jî birîndar bûne.

daxuyaniya hêzê wiha ye:

“Şehîd Mehmûd El-Hemîd li navenda Zirganê di van salên dawî de tev li refên Asayîşê bû. Di heyama êrişên dagirkeriya Tirk û bombebaranên li ser herêmên me de, bi biryardarî di parastina gelê xwe û welatê xwe de heta ku gihaşt asta şehadetê erka xwe ya alîkariyê pêk dianî û bersiva bangewaziya gel dida û bi tiştên herî bi qîmet di destê xwe de parastina gel dikir.

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji malbata şehîd Mehmûd re dixwazin û bi rêzdarî bejna xwe li ber giyanê şehîdên xwe yên pak ditewînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Mehmûd El-Hemîd

Navê Bav: Îbrahîm

Navê Dayikê: Sobha

Dîroka tevlêbûnê: 23/8/2021

Dîroka Şehadetê: 23/11/2022”