​​​​​​​Rêveberiya Xweser veguhestina qurbaniyên noqbûyî bi dawî kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 cenazeyên din ên ku di 3’yê Cotmehê de li berava Cezaîrê noq bûbûn de radestî malbatên wan ên li Kobanê kirin, bi vî awayî Rêveberiya Xweser veguhestin û radestkirina cenazeyan bi dawî kir.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser veguhestina qurbaniyên noqbûyî bi dawî kir
23 mijdar, 2022   16:30
KOBANÊ

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic, îro 2 cenazeyên din ên şêniyên Kobanê ku di bûyera keştiya penaberan de li berava Cezayirê noq bûbûn de, wergirtin û radestî malbatên wan kirin.

Malbatên her du welatiyan ji bo wergirtina wan ji nexweşxaneya Firatê û oxirkirina wan li gundên wan, ji Kobanê çûn Minbicê.

Di 3’yê Cotmeha borî de 2 keştî li nêzî berava Cezaîrê noq bûbûn û di encamê de 11 penaberên ji Kobanê ku berê xwe dabûn Ewropayê jiyana xwe ji dest dabûn.

Di 9’ê Mijdarê de jî Rêveberiya Xweser bi rêya nûnertiyên xwe cenazeyên 9 kesan radestî malbatên wan ên li Kobanê kirin.

Li gor belgeyên nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê, cenazeyên ku hatine wergirtin ên van kesan in: Rêber Bozan Ebdî (1989) û Mihemed Mehmûd Osman (1972).

Malbatên qurbaniyan cenaze wergirtin û ji bo oxirkirina wan di gundên wan de berê xwe dan Kobanê.

(mh)

ANHA