​​​​​​​Free Burma Rangers bombebarana li Kobanê şopand

Rêxistina Free Burma Rangers ji bo şopandina zirarên ji ber bombebaran û topbaranên dewleta Tirk a dagirker a duh gihaşt gundên rojhilatê Kobanê.

​​​​​​​Free Burma Rangers bombebarana li Kobanê şopand
23 mijdar, 2022   13:29
KOBANÊ

Ji Rêxistina Free Burma Rangers ekîbek bi serokatiya berpirsê rêxistinê  David U Bank gihaşt gundê Koran ê 20 kîlometre li rojhilatê Kobanê ye, da ku zirarên ji ber bombebaran û topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gund derketine, bişopîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafir û obusan dibistana yekane ya li gundê rûxand.

Her wiha ekîbê serdana gundê Qeremox ê 18 kîlomtere li rojhilatê Kobanê ye kir ku navenda wê ya tenduristyê hat wêrankirin.

Duh, ji Rêxistina Free Burma Rangers ekîbek serdana Nexweşxneya COVID-19′an a ku ji ber êrişên dewleta Tirk bi temamî hilweşiya, kir. Her wiha serdana malê nûçegihanê kanala Stêrk TV Mihemed El Ceradê kir ê ku di encama bombebarna li dijî Girê Miştenûrê yê Kobanê de di serê xwe de birîndar bûbû.

 (fr)

ANHA