Di êrişa li ser stasyona Dîcle de 2 endezyar birîndar bûn

Navên 2 endezyarên petrolê yên ku di bombebarana li ser stasyona Dîcle ya gundê Girhol ê rojhilatê navçeya Çilaxa de birîndar bûne, hatin zanîn.

Di êrişa li ser stasyona Dîcle de 2 endezyar birîndar bûn
23 mijdar, 2022   10:42
QAMIŞLO

Stasyona Dîcle ya petrolê beriya çend kêliyan ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk ve hatibû bombebarankirin.

Ji ber êrişê, şewat di stasyonê de derket û 2 endezyarên petrolê ku li stasyonê kar dikirin birîndar bûn.

Ajansa me navên her du endezyarên birîndar bi dest xistin. Navên birîndaran wiha ne; Yasir Setam, Ebdulkerîm Ebdo.

Nûçegihana me ragihand ku her du birîndar rakirine nexweşxaneyên Girkê Legê û bajarê Qamişloyê.

(cx)

ANHA