Artêşa Tirk navendên tenduristî û perwerdeyê yên Kobanê wêran kirin

Artêşa Tirk a dagirker gelek dibistan, nexweşxane û navendên tenduristiyê yên kantona Kobanê wêran kirine.

Artêşa Tirk navendên tenduristî û perwerdeyê yên Kobanê wêran kirin
Artêşa Tirk navendên tenduristî û perwerdeyê yên Kobanê wêran kirin
Artêşa Tirk navendên tenduristî û perwerdeyê yên Kobanê wêran kirin
Artêşa Tirk navendên tenduristî û perwerdeyê yên Kobanê wêran kirin
Artêşa Tirk navendên tenduristî û perwerdeyê yên Kobanê wêran kirin
Artêşa Tirk navendên tenduristî û perwerdeyê yên Kobanê wêran kirin
23 mijdar, 2022   09:49
KOBANÊ

Di encama topbarana duh a artêşa Tirk a dagirker de ziyaneke mezin gihaşt dibistana yekane ya li gundê Goran ê li rojhilatê Kobanê. 

Li gorî şêniyên gund, piştî wêranbûna dibistanê bi dehan xwendekar ji perwerdeyê bê par mane.

Li gundê Qeremox ê li rojhilatê bajêr, dewleta Tirk a dagirker duh navenda tenduristiyê topbaran kir ku xebatên tenduristiyê ji derdora 10 gundan re pêşkêş dike.

Li gundê Cîşan ê nêzî gundê navborî, artêşa Tirk birceke peywendiyan kir hedef ku di encamê de bi temamî hilweşiya û ji xizmetê derket.

Dewleta Tirk a dagirker şeva 19-20'ê Mijdarê bi balafirên şer Nexweşxaneya Koronayê ya Kobanê bombebaran kiribû û di encamê de bi temamî rûxiya.

Bi destpêkirina êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker re, dewama fermî ya saziyan li gundewarên kantona Kobanê hate rawestandin û di encamê de tu ziyanên canî çênebûn lê belê zirarên madî çêbûne.

(hs)

ANHA