Kongra Star: Divê li hember êrişên qirkirinê eniyeke jinan bê birêxistinkirin

Kongra Star bang li jinan li seranserî cîhanê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser rasta cîhanê eniyeke jinan birêxistin bikin. Her wiha banga li wan kir ku çalakiyan li dijî van êrişan li dar bixin.

Kongra Star: Divê li hember êrişên qirkirinê eniyeke jinan bê birêxistinkirin
22 mijdar, 2022   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Kongra Star wiha gotiye:

“BANGEWAZÎ JI BO HEMÛ JINÊN CIHANÊ: ROJAVA JI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BIPARÊZIN

Dewleta Tirk a dagirker 20`ê Mijdarê di heman demê de, êrişî Rojava, bakurê Sûriyê, çiyayên Qendîl û Asûs ên Başûrê Kurdistanê kir. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 6 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk îdia dike ku wê ev êriş ji bo tola qurbanên teqîna Stenbolê hilîne, pêk aniye ku di encamê de 6 kes hatin kuştin. Xîtabê wezîrê karên hundir ku piştî 6 saetan ji teqînê daye û tê de Rojava bi pêkanîna wê tawanbar kiriye her wiha ji wê zêdetir got destê DYA`yê jî tê de heye ji ber ku piştgiriya QSD`ê dike.

Ji bo kurdan, berê diyar bû ku teqîna Stenbolê bi plana dewleta Tirk pêk hatiye da ku hicetekê bibîne û pê êrişî Rojava bike. Dema delîl li ser kesê êriş pêk aniye eşkere bû ku girêdayî MHP`ê ye, ev rastî zelaltir bû.

Êrişên li ser herêmekê ku DYA û Rûsya qada wê ya hewayî kontrol dikin, diyar dike ku her du jî rê dane Tirkiyê van êrişan pêk bîne. Di roja din a teqîna Stenbolê de, serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi Biden re li Baliyê civiya. Ji wê zêdetir, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, bi fermî derbeyên Îranê bi rêya sînoran li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Lê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di heman rojê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, bêdeng ma. Hikumetên Ewropayê jî wisa kirin, sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker şermezar nakin lê belê xwepêşandêran sûcdar dikin.

Ji helwesta civata navneteweyî ya hişk, diyar dibe ku protestokirina destwerdana Tirkiyê li ser kurdan û projeya li Rojavayê Kurdistanê têrê nake. Lê belê divê lêpirsîneke navneteweyî têkildarî êrişên qirkirinê ku Tirkiye pêk tîne were vekirin.

Ji ber wê, piştgiriya we ya çalak gelek girîng e. Artêşa Tirk beriya 25`ê Mijdarê êriş pêk anîn. Wê demê tevgera jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleyek bi dirûşma “Li idjî hemû cureyên tundiya dewletên û zihniyeta baviksalarî, jin, jiyan, azadî” dest pê kir.

Em dizanin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî şoreşa jinan e. Îsal ku salvegera 10`an a şoreşa Rojava ye, dewleta Tirk gelek kesayet kir hedef bi taybet pêşengên jinan. Em dikarin têkiliya di navbera êrişên leşkerî û hedefgirtina pêşengên şoreşê de bibînin. Ji ber wê em di wê baweriyê de ne ku gelek girîng e, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan, eniyeke jinan li ser asta cîhanê were birêxistinkirin. Em bang li we dikin ku bi rêya van xalên li jêr hûn piştgiriya me bikin:

Xwepêşandanan li dijî êrişên deweleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava-bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê li dar bixin.

Piştgiriya xwe bi gelê herêmê û Rêveberiya Xweser re ragihînin.

Fişarê li hikumetên xwe bikin da ku sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker rawestîne.

Bang li NY`yê bikin ku rewabûnê nede êrişên Tirkiyê bi rêya sînoran li gorî madeya 51`an.

Asta hişyariyê têkidarî paşperdeya van êrişan zêde bikin.

Bi rêya avakirina dîwareke piştgiriyê ku nayê şikandin, nehêlin êrişên din pêk werin.

Tev li hemleya “Jin Rojava diparêze” bibin.”

(şx)

ANHA