Balafirên dewleta Tirk du cihên petrolê kirin hedef-HATE NÛKIRIN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker li Tirbespiyê du cihên petrolê kirin hedef.

Balafirên dewleta Tirk du cihên petrolê kirin hedef-HATE NÛKIRIN
22 mijdar, 2022   11:15
QAMIŞLO

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê navçeya Tirbespiyê du cihên petorolê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk cihê petrolê yê bi navê Ewda û cihekî din nêzî Leylanê yê 7 km dikeve rojavayê navenda navçeyê kir hedef.

Li her du cihan jî dûman derketiye. Heman demê balafirên bê mirov li ser navçeyê digerin.

Tîmên agirkujiyê berê xwe dan cihê bûyerê û agir vemirandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yp9x5zKsRiw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>