Rojnameyên erebî: Li Astanayê peyamên dijber ên Tirkiye û Rûsyayê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa Sûriyê, têkiliyên Misir-Tirkiyê û hilbijartinên Tunisê.

Rojnameyên erebî: Li Astanayê peyamên dijber ên Tirkiye û Rûsyayê
22 mijdar, 2022   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PEYAMÊN DIJBER ÊN TIRKIYE Û RÛSYAYÊ’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser rewşa Sûriyê wiha nivîsî: "Îro civîna 19`emîn a Astanayê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê dest pê dike. Civîn hemwextî êrişên hewayî yên Tirkiyê û gefên êrişên bejahî di pêşerojê de li dijî herêmên QSD`ê, tê lidarxistin. Şandeyên payebilind ên her sê welatên garantor (Rûsya, Îran, Tirkiye) û şandeyên hikumeta Sûriyê, opozîsyonê û welatên cîranên Sûriyê wekî Lubnan, Iraq û Urdunê beşdarî civînê dibin. Xuya ye ku beriya destpêkirina civînê Enqereyê xwest kaxizên xwe yên meydanî xurt bike û xetên xwe yên sor ji nû de tesbît bike. Tê texmînkirin ku ev gera Astanayê rê li guhertinên nû veke, nexasim li gel projeya normalîzekirina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de.

Beriya operasyona hewayî ya Tirkiyê hevdîtin wiha dihat nirxandin; dê qadeke ceribandina niyetan di navbera Eqere û Şamê de be û zemînekê ji bo avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de çêke. Lê belê ev hevdîtin careka din dê mijarên dosyaya Idlibê û ya Kurdan û rêbazên çareserkirina wan nîqaş bike, piştî hevdîtinên ewlehiyê yên Sûriye-Tirkiyê ku hîna negihîştine asta hevdîtina siyasî ya rasterast. Ev yek ruxmî gavên nêzîkbûnê yên meydanî ku vê dawiyê li Sûriyê çêbûne, pêk tê.

Diyar e ku Enqereyê bi operasyona hewayî ya ku hemwextî hedefgirtina 89 deveran li bakurê Iraqê û bakur û rojhilatê Sûriyê, xwest hêza xwe nîşan bide. Ev yek ji devera mezin a ku hatiye hedefgirtin, diyar bû. Her wiha balafirên Tirkiyê qada hewayî ya di bin kontrola Rûsya û Amerîkayê de heta hin cihan derbas kir. Hemwextî wê yekê Tirkiyê hewl da pabendî xetên sor ên Rûsya û Amerîkayê be û bi awayekî yekser bi Moskov û Washingtonê re rû bi rû nemîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peywendiyên bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Amerîkayê Joe Biden re red kiribû, lê belê daxuyaniya konsolosxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê daye, eşkere kir ku koordîneya ewlehiyê û leşkerî ya pêşwext di navbera Enqere û Washingtonê de heye. Bikaranîna qada hewayî ya di bin kontrola Rûsyayê de jî nîşan dide koordîneyeke bi heman rengî bi Moskovê re jî hatiye kirin. Li ser wê yekê, dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê, Amerîka tawanbar kiribû ku agahiyên li ser êrişê dane hêzên Kurd.”

Rojnameyê têkildarî daxuyaniyên Tirkiyê got: "Ev daxuyanî nakokiya Tirkiye-Rûsyayê li ser bakurê Sûriyê bi bîr dixin. Li gorî lihevkirina Soçiyê, li hember çareserkirina dosyaya herêmên Kurdan divê Enqere dosyaya Idlibê çareser bike û rêya M4 (Heleb-Lazîqiyê) veke. Bi zêdekirina êrişên hewayî yên Sûriye û Rûsyayê li dijî deverên li gundewarên Idlib û Lazîqiyê yên di bin serweriya Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) de û herêmên sînorî yên bi Tirkiyê re li nêzî deriyê Bab El Hewa li Idilbê, xuya ye ku Moskovê li hember wê yekê xwestiye dosyaya Idlibê û derengmayîna rola Tirkiyê tê de bîne rojevê. Nexasim piştî ku Enqereyê rê li ber El Nusrayê vekir ku li herêmên nû yên gundewarên Helebê bi cih bibe."

‘EL SÎSÎ Û ERDOGAN DEST DIDIN HEV LÊ HER YEK BI DERDÊ XWE MIJÛL E’

Rojnameya El Ereb jî girêdayî têkiliyên Misir û Tirkiyê nivîsî: "Mirov nikare civîna serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a ku li merasîma vekirina Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan a li Qeterê pêk anîbûn, wekî lihevkirinekê wesif bike. Li aliyekê ew hevdîtineke tesadufî di boneyeke giştî de bû û li aliyê din tu nîşane nîn e ku bêje rûpela nakokiyan a di têkiliyên her du welatan de hat girtin.

Di axaftinên Tirk û misiriyan ên li ser hevdîtinê de tu nîşane tune bûn ku bêje yek ji van aliyan dê tawîzan bide yan dê helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin, an jî dê li ser zemîna diyalokeke eşkere li hev bikin.

Axaftinên Tirk û misiriyan sist û meyla giştî bû. Ev yek nîşan dide ku hewldanên wan ên lihevhatinê tune ne. Ji wê zêdetir her yek ji wan bi derdên xwe ve mijûl e û hemû axaftinên li ser xetên dîplomasî û îstîxbaratî yên vekirî yê di navbera her du welatan de ne zelal bûn an jî zû ye ku werin eşkerekirin.

Berdevkê serokatiya Misirê balyoz Besam Radî roja duşemê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser vê yekê lihevkirin çêbû ku hevdîtina di navbera El Sîsî û Erdogan de destpêka pêşxistina têkiliyên her du aliyan be.

Erdogan têkildarî daxuyaniya serokatiya Misirê wekî gava yekemîn a ber bi normalîzekirina têkiliyan ve bi nav kir."

‘TÛNIS; ŞERÊ HILBIJARTINAN Û SIYASETÊ’

Li ser rewşa Tunisê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Tunis xwe amade dike da ku hilbijartinên xwe yên parlamentoyê di 17'ê Kanûna bê de li dar bixe. Ev jî hemwextî binkeftina hemû bangên ji bo paşxistina wê pêk tê. Alî û rayedarên fermî guh nedan boykotkirina hilbijartinan ji aliyê hejmarek partî û tevgerên siyasî ve.

Wezîrê kar û barên civakî Malik El Zahî teqez kir ku dê rêzê li hember demên nexşerêya ku ji aliyê serokê dewletê ve hatiye danîn, bê girtin ku di serî de jî hilbijartinên dema bê ne. El Zahî duh di daxuyaniyekê de got 17'ê Kanûnê dê bibe roja hilbijartinên qanûnî û diyar kir ku paşxistina wan ne di rojevê de ye.

Çavdêr amaje bi wê yekê dikin ku serok Qeyîs Seîd 17'ê Kanûnê wek semboleke taybet û girîng dibîne, piştî ku bi biryareke destûrî ew kir cejneke şoreşê. Ev jî ji ber wê yekê ye ku di sala 2010'an de şahidî ji çirûska yekem a serhildana ku rejîma serok Zên El Abidîn hilweşand re kiriye. Wê demê firoşkarê gerok ê li bajarê Sîdî Bûzîd Mihemed El Bûezîzî ji bo protestokirina desteserkirina wesayîta wî ji aliyê rayedarên herêmî ve, xwe şewitand.

Çavdêr vê yekê jî lê zêde dikin ku serok Seîd kar dike da ku welat ber bi qonaxeke nû ya dîroka wê ve dehf bide da ku krîzên 10 salên berê derbas bike, yên ku tê de di bin serweriya Îxwanan de bû. Ew her tim hêzên siyasî yên ku desthilatdariya hikumetê kirine û ji sala 2011'an ve ketine nava saziyên dewletê rexne dike."