Li Endonezyayê erdhej; bi dehan qurbanî hene

Di erdheja li girava Jawa ya Endonezyayê de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 300 kesî birîndar bûn.

Li Endonezyayê erdhej; bi dehan qurbanî hene
21 mijdar, 2022   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li girava Jawa ya Endonezyayê erdhejek mezin çêbû. Li gorî berpirsekî herêmî yê bajarokê ku herî zêde zirar lê çêbûye, herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê rêveberiya herêmî ya bajarokê Cianjur ê li Javayê got: "Bi dehan kes mirin, zirar li sedan û heta bi hezaran xaniyan bûye."

Li gorî Reutersê, serokê rêveberiya bajarokê Cianjur Herman Sohrman got wek bîlançoyeke destpêkê, herî kêm 300 kes birîndar bûne.