Li asîmanê Kobanê tevgera balafirên şer

Li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê tevgereke zêde ya balafirên şer ên dagirkeriya Tirk heye.

Li asîmanê Kobanê tevgera balafirên şer
21 mijdar, 2022   12:30
KOBANÊ

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de li ser navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê digerin.

Beriya nêzî saetekê, dagirkeriya Tirk bi dijwarî êrişî 19 gundên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê kir. Dagirkeriya Tirk gundên Zormixar, Beyadiyê û Şêxler Jorîn ên li rojavayê Kobanê bi balafirên şer bombebaran kiribûn.

ANHA