​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Civaka Ermenî êrişên dewleta Tirk a dagirker û tevkariya Amerîkayê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin û destnîşan kir ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van êrişan bi QSDʹê re ne.

​​​​​​​Meclisa Civaka Ermenî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
21 mijdar, 2022   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Civaka Ermenî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên rojane yên hêzên dagirkeriya Tirk ên li dijî mirovan û jîngehê kerasetên mirovî, ekolojîk û jiyanî pêk tînin û hate diyarkirin ku bi hezaran mirov koçber dibin.

Meclisê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ev “êrişên barbarî û derexlaqî yên Osmaniyan” zirarê didin mal û milkên giştî û taybet, binesaziyê xerab dikin û hate gotin: "Em meclis û pêkhateya Ermen li dijî êrişên dagirkeriyê di heman eniyê de li gel QSD′ê disekinin, ji ber ku hêzên rewa yên parastina herêmê ne."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişên hovane yên Tirkiyê yên li ser herêmên me, şerê qirkirina tevahî gelên herêmê ne. Ev êriş bi heman zîhniyeta tarî ya Osmaniyan têne kirin ku milyonek û nîv Ermen qir kirin. Di heman demê de êriş di qirkirina gelê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan dewam dike."

Meclisa Civaka Ermenî bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, dadgeha sûcên şer û cîhanê kir û diyar kir: "Qirkirina plankirî ya ku ji gelek salan ve rojane li dijî svîlan têne kirin rawestînin. Di encama êrişan gelên herêmê koçber dibin, tên qetilkirin û di êrişan de çekên kîmyewî û hemû cureyan çekan tên bikaranîn."

Meclisê helwesta Amerîkayê ya bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e, şermezar kir. Her wiha bal kişand ser berxwedana QSDʹê û got QSD′ê herêm ji DAIŞ′ê rizgar kir, xewna Erdogan û projeya wî ya xwînrêj têk bir.

Meclisê di dawiyê de wiha got: "Em sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker li pêşiya çavên cîhana bêdeng û lal pêk tîne, şermezar dikin. Em bang li NY′yê, rêxistinên mafên mirovan û Dadgeha Lahayê ya taybet bi darizandina sûcdarên şer dikin destwerdanê bike û bi rola xwe ya mirovî û exlaqî rabin û dawî li van êrişên barbarî bînin û rejîma Tirkiyê bidarizînin."

(fr)