​​​​​​​'Ger hêzên Amerîkî bi me re ne cidî bin, divê ji xaka me derkevin′

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê destnîşan kir ku gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û eşîrên Ereb wê li hemberî êrişên qirker ên dewleta Tirk bê deng nemînin û got: "Ger hêzên Amerîkî bi me re ne cidî bin, divê ji xaka me derkevin."

​​​​​​​'Ger hêzên Amerîkî bi me re ne cidî bin, divê ji xaka me derkevin′
21 mijdar, 2022   04:35
REQA

Di 20’ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker herêmên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê  bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de gelek welatî û di nav wan de nûçegîhanê me Îsam Ebdullah, şehîd bûn.

/kr/uploads/files/2022/11/20/211433_-.webp

Têkildarî mijarê rûspiyê eşîra El Hinî ya li Reqayê Qasim El Hinî wiha got: "Piştî teqîna çêkirî ya ku li Tirkiyê rû da, dewleta Tirk a dagirker bi hemahengiya Amerîkayê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin. Bi rêya êrişên xwe hewl dide projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, gel bitirsîne û wan ji malên wan koçber bike."

El Hinî wiha domand: "Divê gelên herêmê bi giştî bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)re bibin yek û li hemberî dewleta Tirk bisekinin."

El Hinî bang li gelên herêmê bi giştî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bibin yek û wiha got: "Em bi xwe amade ne ku parastina xaka xwe bikin. Eger hêzên Amerîkî bi awayekî cidî li kêleka me nesekinin, divê ew ji xaka me derkevin."

/kr/uploads/files/2022/11/20/211414_-.webp

Şêxê eşîra El Ciabat a Reqayê Telal El Sîbat jî wiha axivî: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi erêkirina Amerîkî ne. Gelo hincetên bêbingeh ên ku hişt Amerîka ji dewleta Tirk re erê bike çi ne?"

El Sîbat diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe hewl dide dagirkeriya Osmanî ji nû ve vegerîne herêmê û wiha lê zêde kir: "Temen çi jî be, em ê nehêlin ev yek pêk were."

El Sîbat wiha anî ziman: "Dewleta Tirk li seranserî herêmên sînor êriş pêk anîn, nuqteyên hêzên hikumeta Şamê jî hatin hedefgirtin. Lê tu bertek li esr vê yekê nehatin nîşadan û di bêdengiya xwe de dewam dikin."

Telal El Sîbat  Amerîka di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên ewle û aram wekî hevkar bi nav kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku der barê van êrişên de ku sivîlan dikin hedef, helwesta xwe nîşan bidin.

/kr/uploads/files/2022/11/20/211450_-.webp

Ji aliyê xwe ve şêxê eşîra El Mûsa El Zahir, Mistefa Ebdî jî wiha got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştine qonaxeke ewlehî û aramiyê. Herêmên cîran û bi taybet herêmên başûr ên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de yên ku gelê wê bi her awayî hewl dide projeya neteweya demokratîk pêk bîne."

Mistefa Ebdî wiha pê de çû: "Amerîka ji ber tirsa bombebarana dewleta Tirk hişyarî da welatiyên xwe ku li herêmên bakurê Iraqê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê nemînin, weke ku xwîna gelê herêmê pir erzan e, lê xwîna wan pir biha ye. Heya kengî ev bêdengî û hiştina dagirkeriya Tirk a qetilkirina sivîlan û êrişkirina li ser herêmên ewle."

Mistefa Ebdî herî dawî wiha got: "Hemû şervanên QSD'ê yên li eniyên şer, zarokên eşîran û herêmê ne. Vê herêmê 11 hezar şehîd û 20 hezar birîndar di şerê li hember DAIŞ′ê ya terorîst de da. Îro jî niyeta dewleta Tirk a dagirker heye ku herêmê dagirker bike, lê em nahêlin û em ê canê xwe feda bikin da ku dagirkeriya Tirk têk bibin."

(hs) 

ANHA