​​​​​​​Penaberên iraqî yên li kampekî Dêrikê banga girtina qada hewayî kirin

Piştî ku balafirên şer ên dagirkeriya Tirk devereke nêzîkî kampa Roj a girêdayî Dêrikê ya Kantona Qamişlo û di encamê de 11 sivîl ji wan nûçegihanê ajansa me Îsam Abdullah şehîd bûn, niştecihên kampê daxuyaniyek da.

​​​​​​​Penaberên iraqî yên li kampekî Dêrikê banga girtina qada hewayî kirin
20 mijdar, 2022   20:00
DÊRIK

Daxuyanî ji aliyê penaberê Iraqî Emîr Redwan ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Em niştecihên kampa Rojava bi giştî û kampa Roj bi taybet, êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîl, jin û zarokan şermezar dikin. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên dagirkeriya Tirk ên dermirovî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar dikin.

Duh bi şev dewleta Tirk bi balafirên şer herêmên nêzîkî kampê topbaran kirin û di encamê de tirs ket dilê niştecihên kampê yên penaber ku wan jî ji ber rewşa ne ewle ya herêmên xwe berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li wir jî careke din rastî êrişên dewleta Tirk hatine.

Ji ber vê yekê jî, em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan dikin ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin. Heh wiha em bang li Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a NY’ê dikin ku penaberên li kampan biparêze û ala komîseriyê were bilindkirin da ku her kes bizane ku ev kamp di bin çavdêriya komîseriyê de ne.”

(mh)

ANHA