Dagirkeriya Tirk gundewarê Şehba û Til Temirê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundê Til El Leben û Gûzeliyê yê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran dike. Balafirên şer jî gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê bombebaran dike.

Dagirkeriya Tirk gundewarê Şehba û Til Temirê topbaran dike
20 mijdar, 2022   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker gundê Til El Leben û Gûzeliyê yê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran dike.

Her wiha balafirên şer ên dagirkeriya Tirk gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê bombebaran dike. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûne.

ANHA