Li dijî karakola Oncûpinarê çalakî; birîndar û kuştî hene

Hate ragihandin ku ji bo bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî karakola Oncûpinar a artêşa Tirk a dagirker a li herêma Kilisê çalakiyek hate lidarxistin. Li gorî agahiyan kuştîn û birîndar hee.

Li dijî karakola Oncûpinarê çalakî; birîndar û kuştî hene
20 mijdar, 2022   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî karakola Oncûpiran a li herêma Kilisê ku li beramber baregeha Dabik a li herêma Mariê ya dagirkirî çalakiyek hate lidarxistin.

Li gorî agahiyan di encamê de gelek kuştî û birîndarên dewleta Tirk a dagirker çêbûne.

Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî têkildarî çalakiyê nehatiye dayîn.

ANHA