​​​​​​​Dagirkeriya Tirk vê carê rojavayê Kobanê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker vê carê rojavayê Kobanê daye ber topan.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk vê carê rojavayê Kobanê topbaran dike
20 mijdar, 2022   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me parve kirine, dewleta Tirk a dagirker bajarokê Şiyûx Jêrîn, gundê Zor Mixar û mezraya Ehmed Mûnîr topbaran dike.

Nûçegihana me got dewleta Tirk bi çekên giran û hewanan herêmê topbaran dike.

Li gel ku topbaran bi dijwarî berdewam dike, agahiyên dîtir nehatin bidestxistin.

ANHA