Ciwanên Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo, îro bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê heta têkbirina planên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  Kurdistanê bi giştî çalakiyên xwe bidomînin.

Ciwanên Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
20 mijdar, 2022   18:39
QAMIŞLO

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê bombebaran kirin, ji bo şermezarkirina van êrişan jî ciwanên Qamişlo xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji kolanê Munîr Hebîb a taxa Xerbî ya bajêr bi beşdarbûna bi dehan ciwan hat lidarxistin.

Xwepêşandan ber bi Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ve bi rê ket. Li wir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dede axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û dewletên împeryalîst di serî de Amerîka, Brîtanya û Fransa ji çend salan ve hewl didin êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurdistanê pêk bînin. Her wiha divê em rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di van êrişan de ji bîr nekin. Ev alî hemî planên parçekirina fikrê kurdistanî datînin, tam wek ku li Lozan, Saykis-Pîcot, Edeneyê û peymanên din ên qaşo bi navê aştiyê kirine.”

Rîm Dede wiha domand: “Tirkiye û hin dewletên din hewl didin projeya netewa demokratîk a ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, têk bibin. Ji ber ku ev proje metirsiyê dide hebûna wan. Ji ber wê jî divê hemû dewlet baş bizanin ku gelê ku bi fikrê rêber Ocalan rabûye û xwe bi fikrê şerê gel ê şoreşgerî bi çek kiriye, tu carî nayê qirkirin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Rîm Dede soza bilindkirina asta têkoşînê da û got: “Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan dê heta têkbirina planên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê bi giştî, çalakiyên xwe bidomînin.”

(mh)

ANHA